13 juli 2023

Bi hurmet û bi hezkirineke mezin bibîr tînim

Ez û Osman Ozçelîk li ser gorra Dr. Qasimlo

Em şehîdê Kurdistanê Dr. Qasimlo tu carî ji bîr nakin!

Îro ji bo miletê kurd rojeke reş e. Kurdperwerê mezin û Serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî, Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî 34 sal berê di 13-ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîynayê ji alî qatilên Komara Îslamî ya Îranê ve bi namerdiyeke mezin hatin qetilkirin.

DR. Qasimlo ne tenê serokê PDKê bû, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû.


Û ji xwe ji ber vê yekê jî ew bû hedefa guleyên qatilên rejîma Komra Îslamî ya Îranê.

Emê Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nekin, di dilê miletê kurd da ew şehîdên nemir in.

34 sal di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî ev cînayeta hovane eşkere nekiriye, qatil negirtine û cezayê misteheq nedaye wan. Ev jî rûreşiya Avusturyayê ye.

 Kurd, heyfa Dr. Qasimlo û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji hemû dijminên xwe bigrin...

Qatilên rejîmên dijminên me pir in, ew kanin me bikujin, lê ewê tu carî nikanibin rê li ber avabûna Kurdistanê bigrin...

Ez şehîd Dr. Qasimlo, herdu hevalên wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibî tînim. Ewê tim di dilê me da bijîn. Ew nemir in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE