13 juli 2023

Mêrik şûrkêşiya neyarê xwe û dagikerê welatê xwe dike

Parlamenterê HUDA-PARê Serkan Ramanlî, Tirkiyê welatê wî dagir kiriye, navê welatê wî, ala welatê wî lê qedexe kiriye, her roj zulmeke mezin li miletê wî dike, nahêle zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin xwe ji Tirkiyê aciz nake, li dijî Tirkiyê tiştekî nabêje.

Lê ji ber ku li Swêd yekî Quran şewitandiye Serkan Ramanlî wek berdevkekî Erdogan xwe li Swêd rakişandiye, xwestiye Erdogan endamtiya Swêdê ya NATOyê veto bike û têkiliyên xwe yên dîplomatîk biSwêd ra qut bike.

Kesên wek vî camêrî pir bêhiş bûne, tam bûne pantirkîst û şelafên tirkan. Wek meriv bibe heval û zilamê qtilê bavê xwe. Kesê bibe hevalê dagirkerê welatê xwe kane bibe abûqat û 
peyayê qatilê bavê xwe jî.
Serkan Ramanlî, Swêd welatê te dagir nekiriye.

Swêd miletê te nekiriye benî û êsîrê bin destê xwe.

Bi dehhezaran kurd ne di girtîgehên Swêd da ne.

Swêd her roj gund û bajarên welatê te bombebaran û topbaran nake û çend kurdan nakuje.
Swêd zimanê te, ala te qedexe nekirye.

Swêd mezinên te, Şêx Seîd û 46 hevalên wî, Seîdê Kurdî, Seyid Riza bi darda nekirine, gorrên wan neveşartine.
Swêd di serîhildanan da bi hezaran kurd nekuştine; lê Tirkiyê vana hemû û gelkî zêdetir jî kirine.
Tu çima bela xwe ne di Tirkiyê, di Swêd didî ?

Swêd çi bi te kiriye tu hewqasî neyartiya Swêd dikî?

Serkan Raanlî, heger tu pir mêr î, neyartiya dagirkerê welatê xwe bike, kê mezinên te bi darda kirine, kê bi hezaran kurd bi hovane kuştine bela xwe di wan bide, cezakirina welatê, kesên ev cirm kirine û yên van cirman û qetlîman diparêzin bixwaze.

Ma ne şerm e tu piştgiriya Erdogan û misilmanên bi darê zorê welatê te ji te sitendina û tu jî kirine zilamê xwe, lê tu hîn jî şûrê wan dikşînî, hefadiya van neyarên xwe dikî?

XXX
Serok û berpirsiyarên Swêd bûne beniyên(êsîrên, girtiyên) destê Erdogan. Mêrik geh dilê swêdiyan xweş dike, geh reş dike.

Do li swêdiyan hat rahmê,got min deriyê NATOyê li we vekir, îro dibêje ez derî heta cotmehê venakim.

Meriv ker be, her kes barê xwe li meriv dike.

Serokên Swêd ev heqaret, ev biçûkatî heq kirine.

Ev nîna ye, tirnîna hîn maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE