13 juli 2023

Xewn be jî bi dîtina wê ez kêfxweş bûm

Înşela xêr be, vêsê min dayika xwe ya rahmetî di xewna xwe da dît. Di xewnê da ez zû ji xew rabûbûm, li çolekê dimeşiyam, dûra ezê biçûyama gund ba diya xwe. Xanim û zarok jî li gund bûn.

Ez rastî terextorek tije rîsî hatim. Min bala xwe dayê diya min, xanima min û zarok di ereba terextorê da li ser rîsiya ne.

Terextor sekînî, ew jê daketin, min got çi tesadufek xweş, min qet texmîn nedikir li vir ezê rastî we werim. Min jê ra got bîstek din ezê bihatama gund.

Em bi kêf û rûkenî li hev kom bûn, ez bi xwe hesîyam. Di xewnê da be jî bi dîtina wê ez kêfxweş bûm

Xwedê xêr ke, belkî rêwîtiyek li pêş min e, ezê rastî hin nas, heval û hezkiriyên xwe bêm…

Ya jî do min û xanimê hinekî qala wê û rojên borî kir, em çûn sema em li Wêranşarê bûn. Me qala diya min û çend kesên din ên çûne rahmetê kir. 

Yanî min hafiza xwe update kir. Qey bi rahmetiyê eyan bû, hat xewna min. Bi hevdîtinê em herdu jî kêfxweş bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE