14 juli 2023

Meriv nizane çi bi xêr e

Mere nizane çi bi xêr e, çi ne bi xêr e, wext nîşan dide. Di mesela endametiya Swêd a NATO ya da zorbatî, çavsorî û teqlebaziyên Erdogan ez pir aciz kirim.

Carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e. Belkî ev zorbatîya wî ya li hemberî Swêd di xêra me da be.

Ez wer texmîn dikim ev devguhertina wî ya dawî ji karê bêtir ewê zirarê bide wî. Çimkî zêde pêş da çû, ji usûlê derxist, kir çavbirrîn.
Swêdîyên hetanî nuha hustuyê xwe jê ra xwar dikirin vê carê ewê ji ber danexun, Erdogan ewê mecbûrî teqleyeke din bibe. Ji bo Swêd û NATOyê kêrê êdî daye hestî, derdê vî zorbayî hew tê kişandin.

Çimkî tiştekî Swêd bide êdî nemaye, heta nuha çi xwestine Swêd qebûl kiriye. Piraniya daxwazên Tirkiyê li dijî kurdan in, daxwazên antî kurd in.

Lê îmzenekirina daxwazê, hîştina hetanî cotmehê ewê li zirara Erdogan be, Swêd û NATO ewê vê dirêjkirinê normal nebînin, qebûl nekin. Ya Erdoganê mecbûrî îmzekirinê bibe ya jî ewê mesele xera bibe, ewê bibe sebebê teşxeleyeke mezin. Evy ek jî ewê li zirara Tirkiyê be.

XXX

Li ser endametiya Swêd a NATOyê Erdogan do got, temam e, ezê miracatê îmze bikim.

Mêrik îro li têleke din xistiye, gotiye meclîsa me dike were girtin, heta cotmehê emê bala xwe bidinê hela Swêd dersa xwe çê dike ya na, şertên peymanê bi cî tîne ya na.

Xwedê heye, mêrik pir jîr e, ji bo ku here civînê, bi serokê Amerîkayê Bîden ra rismekî bikşîne, bi sextekarî got erê, lê çer civîn qediya çerx kir, got nuha nabe, ewê bimîne heta cotmehê.

Min zanîbû ewê wiha bike, ewê maneyeke nuh bibîne û miracaeta Swêd îmze neke. Lema do min wiha nivîsî:

XXX

Makima Bilind a Swêd teslîmkirina du hevelên tevgera Gulen ji ber ku li Tirkiyê îhtîmala îşkenceyê heye red kir.

Lê îsal 3 kurdên mohra hevaltiya PKKê hati û terorîzmê li wan xistibûn teslîmî Tirkiyê kirin.

Kurdên teslîmî Tirkiyê kirin li ser her yekî çend sal cecayê hefsê jî hebû. Lê dîsa jî teslîm kirin.

Yanî Swêd tirkan, hevalên Gulen ji ber hebûna talûkeya îşkenceyê teslîmî Tirkiyê nakin, lê kurdan bi dizê, bi bêbextî teslîm dikin.

Ne hukûmet tenê, edaleta Swêd jî êdî îşkencebûna kurdan normal dibîne, li Tirkiyê talûkeya ji bo îslamîstên tirk heye, ji bo kurdan tuneye.

Me texmîn nedikir ev welat jî ewê bi me ra hewqas bêbext derkeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE