21 juli 2023

Reçela me xalis muxlis organîk e

Me îro reçela giryazan çêkir, em ji nuha da zexîra zivistanê datînin. Reçela me xalis muxlis organîk e, ji tahm û lezeta wê meriv tiliya xwe pê ra dixwe.

Zexîra me ya salê reçel û pelên mêwa tirî ye. Ev çend sal in em ji kirîna pelên qert xelas bûne, em ji dara xwe pelên xwe top dikin, dikin dolabê.
Salê em çend kîlo reçel jî çê dikin.

Di hewşê da dareke me ya giryazê(gêlazê, qeresiyê) heye, do ez pê da hilperikîm, min dara reben rût kir û berda. Lê ne bi temamî, para çûkan ma. Jixwe berê jî têr xwaribûn.

Îsal 6 şûşe reçel jê çêbû. Ne xerab e. Emê para zarokan jî bidinê.
Par zêde girtibû, îsal hindik girtiye. Çimkî min gelek gulîyên wê birrîn. Pir bilind û mezin bûbû, min hinekî biçûk kir. Ji bo ku ez kanibim giryazan jêkim.
Reçela me organîk e, tahm û lezetawê pir xweş e, em ji xwe rap ê kêf dikin.

XXX
Selahettîn Bulut, di Botan Timesê serpêhatiya Elîyê Biro, ya jî "Elîyê Xas" nivîsîye.

Serpêhatiyeke pir xweş e, bixwînin, hûnê jê hez bikin.

Botan Timesê qelemên xurt li dora xwe top kirine. Pîroz dikim.

Botan Times qelîteya xwe roj bi roj bilind dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE