22 juli 2023

Gerek dostî ne yek alî be

Dijminatiya bi Amerîka ra, bi Xerbê ra ne li kara me kurda ye, li zirara me ye. Ne Amerîka û Rojava, ji wan bêtir em motajî dostî, piştgirî û alîkariya wan in.

Ji bo ku diminên me, dagirkerên welatê bi temamî me danequltînin ji me ra piştgiriya Amarîka û Xerbê şert e.

Dibê em Amerîkayê û Xerbê bikin dostên xwe yên saxlem, dîwarekî qewî, ji bo ku rojekê dema hewce be em kanibin pişta xwe bispirinê. 

Bêyî pişteke saxlem em nikanin zora van zaliman, van gurên har bibin. Qeweta me tenê têra vê yekê nake. Dused sal e em vê yekê diceribînin, tim em têk çûne. Çimkî pişta me ya tunebûye, ya jî ne saxlem bûye.

Dibê em baweriyê bidin wan û ji wan jî garantiyê bigrin. Ji bo azadiya me ev şert e.

Çimkî bêyî alîkariya Amarîka û Xerbê(Rojava) em nikanin zora van gurên har bibin.

Dostiya bi Tirkiyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê û Rûsyayê ra mirina me ye, wek em bi tevr û bêrên wan bi destê xwe gorra xwe bikolin.

XXX

Gerek dostî jî, fedekarî jî ne yak alî be. Ma we qet çûka bi baskekî firiya ye dîtiye?
Dest dest dişo, dest vedigere rû dişo.
Lê serokên kurdên başûrê Kurdistanê dixwazin Amrîka û Rojava tim li pişt wan bin, lê ew jî bi ya wan nekin, bibin hevalên hinekên din, xêra wan, fêda wan bigihîje dewletên dijmin. Kes tiştekî wiha qebûl nake.

XXX

Li her gundekî qonaxeke meriv hebe baş e.

Mahmûd Lewendî, Heyder Diljen, Mistefa Aydogan û koma xebatê ya zimên li Wana xweş û şîrîn kêf kirine.

Çimkî li Wanê qonaxeke wan heye, M. Xalid Sadînî mazûbanê wan e. Rêber û mazûbanekî wek Xalid Sadînî bi destê her kesî nakeve. Aqûbet li serê min be jî.

Vê carê kabê koma zimên mêr hatiye.

XXX

-Heger paca te ya li dinyayê dinêre qilêrî be, kulîlîkên min ewê ji te ra wek çamûrê(gerrekê) xuya bikin.

Mewlane

-Xortanî çûkeke difire, dihere, tu nikanî bigrî. Extîyarî çakêteke tu li xwe dikî, tu nikanî deynî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE