23 juli 2023

Tirkan bawer nedikirin emê hewqasî zû asîmîle bibin

Ajansa Mezopotomyayê li Qerejdaxê bi çend gundiyan ra hevpeyvîn kiriye. Gundî li dijî projeya GESê ya Kalyon Holdîngê derdikevin. 
Kalyon Holdîng dixwaze li Qerejdaxê tiştekî çêke, gundî li dij in, çimkî ciyê çêra pezên wan, heywanên wan namîne.

Kurmanciya wan ez matmayî hîştim, nîvî bûye tirkî. 

Ya xerab, tirkî ketiye nav kurmancîya pêrekan(jinan) jî. Yanî ne goşt tenê, xwê jî genî bûye. Çaxa xwê jî genî bibe tiştekî xwê xelas bike tuneye.

Berê kurmancîya rast, fesîh ya gundiyan bû. Lê wa ye kurmancîya wan jî bûye şorbe.

Dema radtî tiştên wiha têm ez bêhêvî dibim. Kurmancîya Qerejdaxê berê pir xweş bû, gotineke tirkî jî neketibû devê wan.

Lê wa ye tirkî pişt li krmanciya me jî şikandiye, ez pir xemgîn bûm...

XXX

Tirkan em zû helandin, kirin tirk. Helandina me ji bo tirkan bû wek firek av. Bawer nedikirin ewê kanibin hewqasî rehet me asîmîle bikin, zimanê tirkî têxin devê me.

Li tu beşekî din yê Kurdistanê kurd hewqasî zêde, bi qasî me nehelîyan e.

Lê mezin, zana, xwenda, ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji tirkan bêtir kurd helandin. Piraniyê hîn jî dev ji vî karê xwe yê qebîh bernedaye.

XXX

Dibêjin ji ber pirbûna turîstên îranî li Wanê dikandaran dev ji kurmancî berdane, zimanê bazarê bûye farisî.

Berê tirkî bû, nuha jî bûye farisî. Kurd wek hevîr in, zû adebte dibin. Lê kesî adebteyî xwe nakin.

Ji kurdan ra rahîbîlatasîyoneke radîkal lazim e. Ew jî îro ne mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE