23 juli 2023

Poşmaniya dereng bêfêde ye

Şaşiyên însanan, siyasetmedaran ji alî civatê va, ji alî dost û hevalên wan va her tim tavilê û di wextê da nayê dîtin, piştî wextek dûr û dirêj di ser ra derbas dibe, piştî malwêranî çêdibe însan pê dihesin û dikin ax û wax.

Bêtifaqiya partî û serokên kurdan, israra di vê bêtifaqiyê da, israra di desthilata şexsî, malbatî da ne li kara miletê kurd e, destpêka têkçûnê û malxerabiyê ye.

Îro gelek kes viya nabînin, lema jî ji serokên xwe ra, ji partiyên xwe ra li çepikan dixin, pesnên wan didin.

Lê şaş dikin, rojekê ewê poşman bibin, lê ew roj jî ewê pir dereng be. Poşmaniya dereng bêfêde ye, wek hawara derengmayî ye.

XXX

Pesnê hin kesan, hin siyasetmedaran zêde tê dayin, wan bê per û pask difirînin, bi asîmanan dixin.

Heyran kî be jî, çi kiribe jî dibê meriv însên neke pût.

Meriv li mala xwe ye mêzîna meriv di destê xelkê da ye. Xelk meriv diwezinîne, kî çend weqî û çend tuxt e, kî çi ye, kê çi kiriye xelk gişî zane.

Teqdîrkirina karê însên baş e, dibê meriv bike, lê tu kes ne bêkamasî û bêqusûr e, dibê meriv însên neke pût û pêxemberê meriv dihebîne.

XXX

Çend şîret û aforîzmên xweş. Gotinên merivên baqil însên baqil dikin.

-Hewil nedin terbîyekirina zarokên xwe, çimkî jixwe ewê bişibin we. Xwe terbîye bikin bes e.

-Baş li ruyê însên binêrin, yê êşa wî pir be kenê wî xweş dibe.

-Payin û jibîrkirin ne eynî tişt in; di yekê da sebir heye, di ya din da bahc, qahr heye.

 XXX

Vê mehê baranê qet terka Stockholmê nekir. Îro geh bû ewr, geh roj derket, nuha jî li derve ximîna baranê ye.

Di dilê xwe da dibêjim xwezî ev barana bi zirp nuha li Wêranşarê, li Rihayê, li Mêrdî û Diyarbekrê jî bibariya.

Qedrê ebê di baranê da tê zanîn.

Erd rojekê ewê qedrê baranê fahm bike, lê wê rojê baranê nebare.

XXX

Kesê dirist, rastgo, ne şelaf ji min hez neke, neyartiya min bike jî ez jê hez dikim. Merivê durû, şelaf ji meriv hez neke çêtir e. Qenekê meriv ne hevalê kesên pîs e. Pîsiya hevalê meriv zû dereng di meriv jî digere.

-Dara tu ji guliyê wê şikê dikî dibê tu di bin siya wê da bîna xwe negrî.

Paulo Coelho

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE