23 juli 2023

Dostê dost wek zêrê zer e



Îro dostê minê roja teng Metîn(Husamedîn) Sandalcî wek Xocê Xirzir hat hawara min, kompîtora min ji min ra tekûz û tekmîl kir.

Ji îro û pê da ez xwediyê du kompîtora me; yeka ser masê ye, yek jî laptop e.

Cîranekî minê swêdî hebû (
Herman Einar Hammarberg),çendakî berê bar kir, çû bajarekî din. Pir camêr bû, gelek çêyiya wî gihîştiye min.

Dema laptopa min xera dibû, dihat hawara min.

Çendakî berê got ekrana laptopê ji bo kalekî wek te biçûk e, ji te ra ekranek mezin lazim e. Got ezê yekê bidim te. Mihendizê kompîtorê ye, programan çêdike.

Camêr ji ekranê dest pê kir, lê kompîtor, klawiye û mişk, yanî taxim temam kir û anî belaş da min.


Metîn got kompîtora wî pir baş e, yanî ne xerabeyeke avêtinê ye. HP ye. Super e!

Lê min nikanîbû girê bida. Min xeber da Metîn. Camêr got baş e, ezê werim ji te ra girê bidim.

Îro hat her tişt tekûz kir. Dokumentên min, rismên min, her tiştê min ji hev gerandin, yek bi yek bi cî kirin.
Herfên kurdî di makîna nuh da bi cî kir.



Nuha ez bi kompîtora nuh dinivîsînim.
Ava kûzê nuh sar e, ji bo min ew kûzê nuh e. Erê nuh ji fabrîqê nehatiye, lê kevneke pir bi qalîte ye.

Hin otomobîlên kevn ji gelekên nuh baştir in, kompîtora min a delal jî wisa ye.

Dosdtên rastîn wek dermanê çavê kul in, dema çavê meriv kul dibe, ew jê ra dibin derman, dibin hekîm.



Li vê dinyayê merivê herî feqîr yê bêdost û bêheval e, Xwedê kesî bêdost nehêle.
Lê helbet dostê rastîn hene, dostên derewîn hene.

Dostê rastîn ji sed merivî(xizmî) çêtir e. Tu zanî wek şûr li pişta te ye, di roja teng da ewê bi te ra be.

Metîn Sandalcî yek ji van dostên min ên hêja ye, zêdeyî 40 salî ye em hev nas dikin, xumamiyeke herî biçûk jî neketiye ser dostiya me, hevaltiya me.

Bi salan ra dostiya me, hezkirina nabêna me xurttir bûye, kêm nebûye.

Her cara ji min ra alîkarî lazim be, texsîr nake, tê alîkariya min, karê min serrast dike û diçe. Vê carê jî wer kir û çû..

Berî here mal, me çend risim girtin, min got bira ew jî bîranîna vê rojê bin.
Metînê hêja, sipas ji bo her tiştî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE