24 juli 2023

Em bi hêvîyek mezin çûn daristanê, bi çend hebikên hûrik vegeriyan malê


Îro min û xanimê, me zend û bendên xwe vemaltin, me xwe baş jidand, me du satilên xwe û du şeyên xwe yên tûreşkan dan destên xwe û me berê xwe da daristana nêzî mala me.

Xwedêgiravî me yê satilên xwe tije tûreşk bikrana û emê vegerîyana mala xwe.

Swêdî jê ra dibêjin "blåbär", îngilîz dibêjin  "blueberry". Li Kurdistanê heye tuneye ez nizanim, li alî me tunebû. Lê dibe derên daristan lê heye hebin.

Em di nava daristanê da du saetan viz bûn, me nîvkîlo tûreşk top nekir. Ew jî bacik, hûrik bûn, yên baş, yên mezin xelkê rût kiribûn.

Xelkê berî me daristan baş şeh kiribû, ji me ra tiştek nehîştibûn.
Jêvajorî li me daket, hindik mabû em riya xwe nebînin.

Lê axirê em ji bin da destvala venegeriyan, me çend heb xistin binê sala xwe.

Meriv di wextê da neçe namîne, bi taybetî jî di nav daristanên nêzî malan da xelk her roj di nav daristanê da ye, lema meriv destvala vedigere.

Di nav hin daristanên dûr da tûreşk û hin tu yên din pir in, lê ji ber ku ereba me tuneye em nikanin dûr herin.

Dibêjin bizina kol elimîye daniyan, ya mej î bû ew mesele, par em tê da man, me du satil anî. Nêta me heye em careke din dherin dereke din, hela em binêrin.

2 kommentarer:

  1. Mamo, hevale te Qutbedin we roje gelek berhev kiribun. Ji wi ciye wan bipirse.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas. Cî pir in, mesele wext e.

      Radera

PARVE BIKE