24 juli 2023

Dibê Peymana Lozanê were çirandin

Bi Peymana Lozanê em bindest kirin, welatê me jî kirin çar perçe û dan çar dewletên hov, dagirker.

Peymana Lozanê sed(100)sal berê sala 1923a di 24ê temûzê da li Lozanê hat îmzekirin.

Li her çar perçên Kurdistanê sed sal e li ser miletê kurd jenosîdeke bênabên tê meşandin, dixwazin me wek mile tji ortê rakin, bikin ereb, faris û tirk.

Miletê kurd li hemberî vê bindestiyê tu carî hustuyê xwe xwar nekiriye, di van sed salên borî da bi dehan car serî hildaye, xwestiye zincîrên bindestiyê bişkîne.

Lê ji ber şertên der û hundur her serîhildan têk çûye û bi hezaran kurd qetil kirine, bi sedhezaran kurd jî ji welatên wan mecbûrî koçberiyê kirine.

Ev koçberîya bi darê zorê û asîmîlasyon perçeyên jenosîdê ne, bi koçneriyê demografiya Kurdistanê diguherin, bi asîmîlasyonê jî kurdan dihelînin, dikin ereb, faris û tirk.

Siyasetmedar, serok, zana û ronakbîrên kurd heta nuha ji bo çirandina Peyaman Lozanê û bicîkirina Peymanê Sewrê zêde tiştek nekirin, Peymana Lozanê wek qedereke nayê guhertin dîtin, lema jî li heqên xwe, li riyên guhertina Peymana Lozanê negerîyan.

Ev 9-10 sal in kurd li dijî Peymana Lozanê ketine nav kefteleftekê, civîn û konferansan çêdikin û li riyên betalkirina Peymanê Lozanê digerin. 

Xabatên tên kirin baş in, hêviyekê didin meriv, heger kurd bi hev ra û bi îstîkrar van xebatên xwe bidomînin îhtîmal heye hin netîceyên baş werin girtin..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE