25 juli 2023

Derdê zimên

Sadî Şîrazî gotiye, hata însan bi zimanê xwe kanibe, nepeyive eyba wî jî, hunerê wî jî nayê zanîn, dizî dimîne.

Lê nuha bi xêra medyaya sosyal êdî meriv însanan bi nivîsên wan, bi twîttên wan jî nas dike.

Ji bo naskirina însên ev jî îmkaneka baş e.
Zimano leqleq, serîrîyo teqreq.
Zimanê meriv dibe emelê serê meriv.
Zimanê dirêj edûyê serîyan e.
Zimanê xwe bibirr, ciyê xwe bikirr.

XXX

Gotinên ”erê” û ”na” dibê meriv baş bifikire dûra bi kar bîne. Bi taybetî jî gotina ”erê”. Çimkî di gotina ”erê” da pirê caran mesûlîyeta, soza kirina tiştekî heye.

Na, na ye, erê bela ye...

///Pythagore

XXX

Hin kes daxawaza hevaltiyê ji min ra dişînin, lê nav sexte, risim tune, profîlên wan jî girtine, meriv nizane kî ne, çi kes in?

Dema meriv daxaza hevaltiyê ji yekî ra dişîne dibê ew kes bikanibe li profîla meriv binêre, di heqê meriv da bibe xwedî qenaetekê.

Ez daxeza kesên her tiştê xwe bi dizî digrin qebûl nakim, red dikim.

XXX

Hin misilman berê têr nerindîyê û xerabiyên nemayî dikin, dûra jî diherin hecê, ji Xwedê efûya xwe dixwazin. Bi liberger û lavayên ji asîmanan hûn pak nabindibê hûn dilên xwe, emelên xwe pak bikin.

Hûn rind bibin, xerabiyê nekin têrê dike, ne hewceyî alîkariya asîmanan e.

XXX

-Tu li Xwedê digerî di dilê xwe da lêbigere, Xwedê ne li Mekkê ye, ne li Qudsê ye, ne li Hecê ye.

//7Yunus Emre

-Dîn, hezkirina ji însên û ji Xwedê ye.

Wîllîam Penn

XXX

-Ne min kitêbên xwe, kitêbên min ez xuliqandim.

Montaigne

Lê însanên wer hene, kitêbên nivîsîne ji kitêbên xwendine pirtir in.

Xwendin xisletekî herî baş e, meriv jê zirarê nabîne, tim li karê ye.

Lê ew xû û xislet jî bi kêm însanan ra heye.

XXX

Em gelek caran zengînî, nezengîniya însên meraq dikin, dixwazin bizanibin filan keso çiqasî zengîn e?

Lê bi qasî wê, em başî û nebaşiya însên meraq nakin. Lema jî meriv dibe hevalê nebaşan, dûra jî poşman dibe.

Lê naskirina însên jî zor e, jêra wext û tecrûbe lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE