26 juli 2023

Bi xwendinê meriv dibe hevalê nivîskaran

Li ser girîngiya xwendinê. Her kes zane xwendin baş e, bi fêde ye, bi xwendinê meriv fêrî tiştan û ilim dibe. Hin kesan li ser xwendinê gotinên xweş kirine. Camêrekî bi navê Andre Maurois gotiye:

-Gelo xwendin xebatek e?
Descartes ji viya ra dibêje, xwendin, bi merivên serdemên berê yên herî bi namûs ra axfatineke.
Dostiya bi Montaigne ra, bi Proust ra têra zengînkirina umrekî dike.

Ji ber ku pêşiyên ewrûpiyan xwendin muhîm dîtine, qedir û qîmet dane xwendinê, zarokên wan, neviyên wan jî dan ser şopa pêşiyên xwe û bi pêş ketin, keşif û îcadan muhteşem kirin, însan bi asîmanan xistin, dinya kirin telefoneke biçûk û dan destên însanan.

Mislmanan wek ewrûpiyan ehemîyet nedan xwendinê, ilm û lêkolînê, wan kitêbek tenê(Quran) xwendin, ew tenê fêrî zarokên xwe kirine, gotin her tişt di vê kitêbê da ye, ew tê ram e dike.

Ê halê miletên misilman li ber çava ye. Li tu welatekî îslamî azadî, demokrasî, wekhevî, edalet tuneye, însan di bin zulmê û feqîriyê da dijîn, çareyê di revê û koçberiya berbî Ewrûpayê da dibînin.

XXX

Heger hûn ji min bipirsin, bibêjin kitêba herî xweş a te xwendiye kîjan e?, ezê bibêjim jiyana min e.

Çimkî bi qasî jiyanê fêrî min kiriye, aqil daye min tu kitêbê fêrî min nekiriye.

Jiyan jî kitêbeke, meriv gelek tiştan jê hîn dibe.

 XXX

Twîtterê sembola xwe ya çûka hişin û xweşik guhertiye, X kiriye logoya xwe ya nuh.

Bi baweriya min çûka hişin pir xweşik bû, X qet ne xwş e, min jê hez nekir.

Ez nizanim maneya Xê çi ye, çima çûk rakirin, X kirin dewsa wê.

Ez xwediyê Twitterê protesto dikim.

XXX

Fêrbûn û axaftina zimanekî biyanî pir û pir zor e. Hin kes dibêjin ew kanin heft zimanan mikemel bipeyivin bi zimanekî derewa dikin.

Meriv nikane heft zimanan, deh zimanan, tew hin kes vê jimarê zêdetir dikin, gişan jî mikemel bipeyivin, bi qasî hev bizanibin.

-Tu carî tu nikanî zimanekî fêm bikî berî ku tu du zimanan bizanibî.

Geoffrey Willans

Rast e, bi xêra zanebûna zimenên din zimanê meriv fêr dibe baştir fêm dike.

XXX

Siyasetmedarên me, ronakbîrên me pir qala tarîxa borî, rojên borî dikin, di filan tarîxê da çi anîn serê me, bi Peymana Lozanê çawa bêbextî li me kirin.
Meriv tarîxa xwe bizanibe baş e, şert e. Lê pêşeroj ji rojên borî muhîtir e.
Em nikanin tarîxê biguherînin, tiştên bûne bi paşda bînin.
 Lê pêşeroja me di destê me daye, dibê em ji bo wê bixbetin, ji bo ku ew jî nebe wek tarîxa borî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE