26 juli 2023

Carnan ji meriv ra li ser hev lê tê


Îro min rojake pir xweş derbas kir. Berê hevalê minê salên 1970î Orhan Kaya ji Kurdistanê hatiye Swêd serdana dost û havalên xwe, ew, Nîmet Aydin û Rocîvan Yeşîl bûn mîvanên me.

Me bi hev ra sohbetek xweş kir. Bi dîtina hevalan pir kêfxweş bûm. Ji ber ku rêwî zêde nebe, me got ev netê ye, bi xêr careke din were.
Piştî min mîvanên xwe bi rê kirin, ez çûm mala Heyder û Sabîha Diljen xanimê.

Mahmûd Lewendî û Osman Aytar berê li bûn, me li wir jî sohbetek germ kir, bîstekê me defterên kevn vekirin, hin rûpelên wan xwendin. Bi xwendina defterên kevn meriv hin tiştên nuh dibihîze û fêr dibe.



Dûra jî Sabîha û Heyder em li herêma xwe ya pir xweş baş gerandin. Me bi hev ra rojeke pir xweş derbas kir. 

Gelek sipas ji bo mazûbaniya Sabîha xanimê û Heyder. Sohbet, ger û seyran, her tişt pir mikemel bû. 

Rojên wiha dibin bîranînên pir xweş.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE