21 juli 2023

Dibê meriv belesebeb xwe li ber baranê şil neke

Kurdistana Federe ji ber şewitandina Quranê Swêd protesto kiriye û nûnertiya xwe ya Swêd girtiye.
Girtina nûnertiya Swêd zêdegaviyeke mezin e, hûn ne dewleteke serbixwe ne, ev reaksîyona mezin ne karê we ye.

57 welatên îslam hene, heta nuha kesî sefareta xwe negirtiye. Lê Kurdistana Federe ji 57 welatên îslamî bêtir xwe xeyidandiye, nûnertiya xwe girtiye.

Qey xema Swêd e, hema bigirin. Yên li zirarê derkevin hûn in.

Belkî Îraqê zor da be wan, ev mimkûn e. Lê dibê reaksîyoneke hewqasî sert nîşan nedana. Protestoyekê têrê dikir, jixwe Mesûd Barzanî berê jî protesto kiribû.

Girtina nûnertiya hukûmeta Kurdistanê ya Swêd zêdegavî ye, bira Îraq û welatên îslam bikin. Ew ji bo çi hewqasî bi pêş da diherin.

Ez bawer nakim ji mecbûrî ev biryar dane, gava nayê hesabê wan guh nadin Îraqê, bi xwe dikin. Bi tirkan ra peymaneke 50 salî ya petrolê çêkirin, guh nedan îtîrazên Îraqê.

Yanî gava bixwazin kanin sedîsed wek Îraqênekin. Lê di vê reaksîyonê da ewê li zirarê derkevin, ew motajî Swêd in.

Dibê kurd xwe tevî teşxeleya suryaniyan û ereban neke. Yê Quarnê û ala Îraqê dişewitîne provakatorekî suryanî/asûrî ye. Zirzopekî beradayî ye. Swêdî jî ji ber kêmaqiliya xwe teşxela suryaniyan û ereban xistin dawa xwe.


XXX

Alimên dînî, keşeyên xiristiyanan ne şerûd in, zane ne, bi kultur in, humanîst in, xêrxwaz in, dilrahm in. Ne terfdarên şer û teşxeleyê ne, tim terefdarên sulhê û başiyê ne. Tim dost û hevalên feqîr û belengazan in.

Agir ji devê mele û dîndarên misilmanan dibare, yên herî şerûd, şerxwaz ew in. Lema Daîş, El Qaîde û bi sedan tevgerên îslamî celad û xwînrêji in, seriyan jê dikin, zarokên xelkê, jinên xelkê direvînin, ji xwe ra dikin kole û difroşin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE