20 juli 2023

Vanan êdî ji tahmê derxistin

Mesûd Barzanî îro bi wezîrê parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu û heyeta pê ra civiya ye.

Do Nêçîrvan Barzanî bi fermandarê hêzên hevpeyman Matthew McFarlan ra civiya.

Rojê heyetek emerîkî û ewrûpî dihere, yek tê. Bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ra dicivin û mesela yekîtiya hêzên pêşmerge ji serokên PDKê û YNKê dixwazin. Dibêjin gerek hûn hilbijartinê êdî çêkin.

Ew jî tim dibêjin erê, îro, sibe, lê 30 sal e  serî li xwe digerînin, ne hukûmetên xwe dikin yek, ne jî hêzên pêşmerge. Kê çi bi dest xistiye naxwaze ji dest xwe berde.
Yekîtiya hêzên pêşmerge
 çîroka hilika ereb jî derbas kir, tu carî hel nabe. Êdî ez bawer nakim pêşmerge bikin yek. Belkî hilbijartinê jî çênekin.

Yanî dixwazin wiha dom bike, kê çi bi dest xistibe tu carî ji dest xwe bernede, hata hinek wan bi zor ji ser hukim dûr nexin ewê wiha dom bike. Yanî zorbatî ye.

Erdogan çawa îktîdarê bi rehetî, bi riyeke demokratîk nade, PDK û YNK jî ewê tu carî bi rehetî nedin. Ancax hinek bi zor ji wan bistînin, wan mecbûr bikin.

Amerîka carnan xwe tûj dike, dibêje êdî bes e, heger hûn hilbijartinê çênekin û pêşemergeyên xw enekin yek emê alîkariyê ji ser we qut bikin. Ev du sal e viya dibêjin lê nakin. Hêvî dikim vê carê cidî bin û êdî destegê nedin vê zorbatiya PDKê û YNKê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE