31 juli 2023

Meheka din jî ji umrê me çû

Meheka din jî ji umrê me çû, umrê me meheka din jî kin bû.

Temûz îro xatir ji me dixwaze, dorê dide tebaxê. 
Li derve xumîna baranê ye, himîna tavan û şîrqîna burûskan e.
Li Swêd meha temûzê li gorî hezîranê meheke hinekî bêîstîkrar e, îsal jî wer bû. Geh bû şilî û şepelî, geh bû havîn û germîyan.
Lê temûz çawa be jî ji tebaxê baştir e, di tebaxê da havîn û germîyan diqede, payiza zêrîn xwe nêz dike.

Li Swêd meha tebaxê wek li Kurdistanê ne germ e, sar û serma, şilî û şepelî dest pê dike…

Di vê mehê da me gelek tişt kir, lawikê me yê biçûk Rojen xanî kirî, bû xwedî mal. Em bi diyariyên xwe çûn mala wî ya nuh.

Lawikê me yê mezin Azad hat ziyareta me, heftakê li ba me ma, bi ereba xwe em gerandin. Em bi hev xenê bûn.
Me ji xwe ra xalîyek îranê ya tirkmen kirî. Em li dû xaliyeke kurdan bûn, lê bi dest me neket, me yeka "Turkmen" kirî. Min û xanimê ji nexşê wê pir hez kir. Gelkî dişibe nexşên, merşên kurdî.

Me çû çend der û bajarên me nedîtibûn dîtin, me çend rojan bi hev ra kêf kir.
Dîsa di vê mehê da min çend hevalên xwe yên salên xortaniyê dîtin, me bi hesret, têra dilê xwe qala rojên borî kir, em bi hev ra gerîyan.

Hevdîtinên wiha dil şa dike, enerjiyê dide meriv, meriv romana jiyanê dixwîne, serpêhatiyên xortaniyê bibîr tîne. Xweş e, meriv pê kêfxweş dibe.
Yanî ez kanim bibêjim temûz îsal ji bo min meheke ne xerab bû.
De hele em binêrin tebax ewê çi surprîzan nîşanî me bide?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE