30 juli 2023

Bihara jiyanê zû diqede

Fîrdewsî li ser demsalên jiyanê gotiye:

-Xortanî dişibe biharê, extîyarî(kalî û pîrî)jî dişibe zivistanê; zivistaneka were ye ku di pê wê ra careke din bihar nayê.

Min destpêka vê demsalê derbas kiriye, maye qimsê dawî. Rojên mane çiqasî dirêj bajon jî bihareke din nayê. Xortanî bû wek xewnekê, min hew dît qediya û çû jî.

-Tevayî jiyana fîlozofan fikirkirina li ser mirinê ye.
Çîçero
-Dema em dijîn mirin tune ye, dema mirin tê jî em tunene.
Epîkuros


-Tu bîranîna wext jê nebe tune ye, tu êşa mirin dawiyê lê neyne tune ye.
Cervantes
-Ez heyştê salî me. Di nav extîyariyê da ez tu carî nabênê nadim fêrbûna hin tişan.
Solon
-Sal me di nava heyretan da dihêlin û diçin.
Goethe
-Çawa bû wiha ji nişka ve? Emrek derbas bû û ez êdî yekî kal im.
Aragon

-Ne ji mirinê bitirse, ne mirinê bixwaze.
Martîal

XXX

Aqilê her kesî li gorî wî ye. Her kes ji aqilê xwe razî ye.
Lê ne razî be ewê çi bike?
Dibêjin Xwedê barê însan nikanibe rake nade tu kesî. Qey ji bo wê ye hin kes bêmeju ne, lê hay ji xwe tune ne.
Aqil taca zêrîn e, ew jî li serê her kesî nîne.

 XXX

Şêxmûs Sefer li Nisêbînî çûye dawetekê. Dibêje di dawetê da muzîk, govend ne bi kurdî bûye, ji dêlî dengê ribabê û kilamên Miradê Kinê, li ”erîk dali”ya tirkî gudarî kirine, li ber wê xwe hejandine, dane çindik û lotikan.

Yanî piştî ziman bû tirkî, di dawetan da govend û muzîka me jî bûye tirkî.

Dewlet viya bi zor nade kirin, kurd bi daxwaza dilê xwe dev ji kurdî û muzîka kurdî berdidin. Ziblê tirkan jî bi hin kurdan wek helawê ye.

XXX

Xanimên rihayî fêr bûne destên xwe di ava sar û germ da nekin. Elimîne rehetiyê.

Tu nemaye çêkirina şorbê ji bîr bikin.
Çi kar û sinet dibe bira bibe, demeke dirêj meriv neke, miriv ji bîr dike.

Jinên rihayê êdî nizanin kutlika(kufta)û tirşika fasûlî û kundira jî çêkin, nizanin pela bipêçin. Giş ji bîr kirine. Îsptên wan gişê di hunduran da ewê genî bibin.

Dibê herin qursên gastronomîyê.

Firnecî rojekê tesiyan boykot bikin xanimên rihayî gişê birçî bimînin.

Çima min gotiye firnecî guneh in, hewqas tepsîyên xwarinê neşînin firneyan, bihêlin bira nanê xwe lêxin, xwe xeyidandine, hinekan ez rexne kirime.

Weleh ez bim ez vê zizmetê belaş nakim.

Li Rihayê xanim êdî beroşê nadin ser kuçik, dev ji çêkirina xwarina malê berdane, firneyên Rihayê bûne mitbaxên wan.

Firneciyên feqîr pê ra nagihînin nanê xwe lêxin.

XXX

Çend roj in agir bi daristanên çiyayê Cûdî ketiye, leşkerên tirk nahêlin xelk êgir vemrîne.

Yên nehêlin agir were vemirandin miheqeq wan şewat derxistiye. Artêşa tirk Cûdî her roj bombebaran û topbaran dike, daristan ne hesin e, ne kevir e, helbet ewû şewat derkeve.

Mêrikan neyarên her tiştê me ne. Gunehê wan bi daristan û heywanên me jî nayê.

Kurdên hîn jî hevalên rejîma faşîst, vê dewleta neyarê miletê kurd hene. Ew jî bi qasî leşkerên tirk sûcdar in. Dibê em viya jî ji bîr nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE