30 juli 2023

Riya zengîniyê

Kalikê wî neviyê(torinê) xwe kiribû himêza xwe pê şa dibû. Lêwik ji nişka ve ji kalikê xwe ra got:

-Kalo, tu kanî çavên xwe bigire ?
Kalo got:
-Ji bo çi delalê min?
-Diya min dibêje, roja kalikê te çavên xwe bigire emê pir zengîn bibin. Ewê ji min ra telefoneke iPhone bikire.

Ferqa ehmeq û zîrek

Xort ji mamostê xwe pirsî:
-Mamoste, ferqa nabêna ehmeqan û zîrekan çi ye?
-Ehmeq (kesin)pir ji xwe bawer dipeyivin. Zîrek şuphedar in
-Mamoste, tu emîn î?
-Erê, sedîsed.


Ewladê bi xêr

Xortê ji xwe razî ji bavê xwe pirsî:

-Bavo, meriv bavê ewladekî bi xêr û jîr be, gelo tiştekî çawa ye, meriv çi his fike?

Bavê got:

-Ma ez çi zanim lawê min, here ji kalikê xwe bipirse?


Tu kî yî ?

Du tirk çaxa radibin hev, xwe li hev radikşînin, şer dikin, yek ji yê din ra bi hêrs dibêje:

-Law(kuro) tu kî yî?

Yê din jî wek dîkekî xwe digijgijîne, dibêje:

-Law tu kî yî?

Fena ku hevdu nas nakin, dixwazin hevdu nas bikin. Du heval bin jî vê pirsê ji hev dikin:

-Law tu kî yî?

Li dinyayê tenê tirk di şer da dixwazin hevdu nas bikin.
-Law tu kî yî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE