29 juli 2023

Îro em gerîyan, me dît û dît

 

Îro li Stockholmê tam rojeke havînê bû, 23 derece germ bû. Min got, xanim, di rojeke wiha da meriv li hundur namîne.

Xanimê jî got rast e. Me xwe tev kir û me berê xwe da Parka Çiyayê Sipî(Vitabergsparken) û Dêra Sofîa (Sofiakyrkan)ya meşûr.

43 salên min e ez li Stockholmê dijîm min hîn ev parka xweşik a nava bajêr û Dêra Sofîa(Sofîa kyrka) nedîtibû.

Do bi şev di telewîzyonê da li ser jiyan û hunera du hunermend, komîkên swêdî yên herî bi nav û deng Hans Alfredson û Tage Danielsson programeke hebû, me lê temaşe kir.

Di programê da gotin xaniyê program tê da çêdikirin di vê parkê da ye. Xanî wek qulûbeyeke biçûk e, wek muzeyekê parastine.

Navê xênî  ”Hasse och Tages skrivstuga” . Yanî Qulûbeya Hasse û Tage ya nivîsînê.

Min xwest herim wê parkê û qulûbeya van herdu hunermendên mezin bibînim.


Min û xanimê me xurîniya xwe kir û me berê xwe da Parka Çiya Sipî, Dêra Sofîa û Qulûbeya Hasse û Tage.

Parq li başûrê Stockholmê ye, li ser girekî, zinarekî bilind e, dereke hişinayî, bexçe û ciyê seyran û gerê ye. Dereke wek cinetê ye. 

Ji ber ku roj xweş bû tije însan bû, milet xwe tazî kiribû û dabû ber rojê, xwe diqemirandin.



Em bîstekê lê gerîyan, me li qahwexaneyekê qahwe vexwar. Pir buha bû. 

Xanim dîsa matmayî ma, min got li dereke wiha normal e. Li dereke wiha meriv qahwê pasta erzan nafroşe.

Helbet em li her dera parkê negeriya, dibê em careke din herin lê bigerin.

Ji wir jî em hetanî herêma Skanstulê peyatî çûn, meşiyan, dûra me xwe bera nav Parka Tantolunden da. Li vê parkê haşermehşer rabûbû, ji qelebalixê meriv nikanîbû gava xwe bavêta. 

Yên ketibûn avê, yên xwe dabûn ber tavê, yên digeriyan, yên li aşxana rûniştibûn bîra xwe vedixwarin, yanî milet kêf dikir.

Em nesekinîn, em çûn li trêna xwe siwar bûn, me saet di 15.00a da xwe gîhand malê û fîncanek qahwa din vexwar.

Li Skanstulê em dageriyan dikaneka xalîfiroşekî, me ji xwe ra xalîçeyek Îranê a xweşik kirî. Min xwest xaalîçeyeke kurdan bikirim lê tunebû, yeka tirkmen bû nesîbê me. Min û xanimê ji nexşên wê pir hez kir.
Ev bazar di hesêb te tunebû, lê dilê min û xanimê ket reng û nexşên wê, me kirî.



Yanî îro gera me xweş bû, me gelek derên nuh û xweş dîtin, lê me ji nişka ve devê kîs jî vekir. Carnan meriv bazarên nedihesêb da dike, îro jî wer bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE