29 juli 2023

Kurmancî di destê kurdan da qare qar e

Navê kulturê kirine ”çand”, navê edebîyatê jî kirine ”wêje”, navê pîyesê, tiyatroyê kirine ”şano”.

Çand, texlîda ji tirkî ye, tirkan demakê hewesî tirkiya xwerû kirin, gelek gotinên naylon çêkirin. Kultur kirin ”ekîn” lê milet qebûl nekir, mecbûr man dev jê berdan. 

Hin kurdên nuhpêketî vê tecrûba tirkan texlîd dikin, bi kurmancî dilîzin.

Navê îtxalatê kirine ”hawirde, ” navê îxracatê jî kirine ”hinarde”.

Navê wîlayetê kirine ”parêzgeh”, navê navçeyê, qezayê kirine ”bajarok” û navê nehiyê jî kirine ”melbend”.

Navê turîstan kirine ”geştîyar”, yê turîzmê kirine ”geştiyarî”.
Gotineke din a jokêr jî ”encam da” ye, di Rûdawê da ev gotineke jokêr e, ji ber ku jokêr e di dewsa her gotinê da tê bikaranîn.

Bi sedan numûne û sosiretên wiha çêkirine û di medyayê da bi israr bi kar tînin.
Lê bêyî kesên dinivîsînin kurdên bakur kes nizane ”hawirde û hinarde” çi ye.
Kes nizane ”çand” kultur e, ”wêje” edebîyat e.

Bira herin li seranserê bakurê Kurdistanê ankêtekê çêkin, heger ji sedî 2ê însanan zanîbûn ”hawirde, hinarde, wêje, çand” çi ye ez bi tiştekî nizanim.

Ev zimanekî naylon e, reşkirin û kuştina kurmancî ye.
Bi van gotinên naylon zewq û şewqa xwendina kurmancî bi însên ra namîne. Zimanê meriv jê fêm neke meriv naxwîne û jê hez nake.

Wiha here piştî çend salên din ezê nikanibim bi nifşên nû ra bipeyivim, ji min ra ewê tercuman lazim be.

Li gorî vî zimanê nuh, merivê bêkultur dibe merivê ”bêçand”,

merivê bi kultur jî dibe merivê ” biçand”.

Dagikeran nikanîbûn hewqasî bi zimanê me bilizîn, lê hin

kesên postmodern  û hin ”zimanzanên” me ji ber nezaniya xwe kurmancî baş lewitandine.

6 kommentarer:

  1. wer dixuye, kêfa te ji gelekî ji erebî tê, nîvîyê peyvên te erebî ne. îja tew tiyatro û kultur bi kîjan zimanî ne?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ew gotinên erebî min çênekirine, nêzî 1500 sal e kurd wan gotinan bi kar tînin. Tiştê meriv nivîsî dibê xelk jê fêm bike. Çand maneya kultur nade. Bi dehan miletên xwedî dewlet dibêjin kultur, em bibêjin gelş çi ye?

      Radera
  2. Ziman dîyardeyeke jîndar e her ku diçe diguhere û vediguhere.Ez gelekî ecêb mam wekî tu çawa zimanê tirkî û kurdî yek digirî.Kurdi ji aliyê peyv sazkirinê ve hîn nermtir e. Di kurdî de zêde zêde pașgir û pêșgir hene û mirov dikare bi hêsanî peyvên nû darêjîne û wek te got "naylon" jî nabin. Sazkirina peyvên nû zimên dewlemendtir dikin her wiha kes nabêje em peyvên kevn ji ziman derxin û êdî wan peyvan bixebitînin.Ji kerema xwe re xwe bide alî û rê li ber dewlemendbûna zimanê kurdî veke.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Tu zimanekî xurrî tune ye, di her zimanî da gotinên biyanî hene, ji ber ku ew gotin ji zimanekî din hatine girtin meriv wan navêje û peyvên nuh yên xelk jê fêm nake çêneke.
      Çand jî peyveke wiha ye. Çand, dewsa kulturê nagire û xelk jî fêm nake.
      Bi dehan miletên xwedî dewlet peyva "kultur" naguherin, emê çima biguherin?
      Her kes ji zane turîst çi ye, çima emê wê bavêjin û "geştiyar"a deh maneyên wê hene têxin dewsa wê?
      Ya muhîm tiştê meriv dinivîsîne xelk fêm bike. Gotinên erebî, latînî hezar sal in kurd bi kar tînin, êdî ew malên zimanê me ne. Dibê meriv zimanpê xwe neke şorbe.
      Ev fikrê min e, lê helbet kes ne mecbûr e wek min bike.

      Radera
  3. Berî her tiştî ez pir kéfxweşim ,ku kesekî zane bala xwe da wan kesén ku zimané me nû dikine!
    Ziman di civaké de çédibe ,bi dayin u standina xelké,ne bi xwesteka tekan.
    Berî wan kesan partiya Be'ith li surya u iraqé û kemalistan li bakur va kara kirin û biser neketin.
    Tişta ecéb, ku berseké nasnakin :yan ji erebî tînin yan bi latînî (ew nizanin ku erebiye loma ji wan bé ku resene u pake)
    Ez dibéjim milletan hemiyan pirs ji hev birine ,tu sînor u xéz nav zimana dan tune ji xeyné ZAMAN (dem u dewran)
    U heger diwazin Kurdî zengîn bikin ,ji sorani u legî u hewramanî u zazakî bibin .....

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas ji bo şiroveya te. Cahil cesûr e, lema diwêre her tiştî bibêje, xwe pir zana bihesibîne. Lê karê dikin kurmancî xera dikin, însan ji twîttekê, heta ji navê kitêbekê fêm nakin.

      Radera

PARVE BIKE