28 juli 2023

Dawiya rehetiyê nayê

Rehetî
Mêrik gaznên xwe bi hevalê xwe dikir, digot milet pir ecêb e, dibêjin:

-Tu lîseyê biqedîne tu yê rehet bike.

Tu lîseyê diqedînî, vê carê dibêjin:

-Zanîngeh biqede tu yê rehet bike.

Tu zanîngehê diqedînî, dibêjin:

-Tu têkeve kar tu yê rehet bike.

Tu dikevî kar, dibêjin:

-Tu bizewice tu yê rehet bike.

Tu dizewice, dibêjin:

-Tu teqawit bibe tu yê rehet bike.

Jê wê da tiştek nemaye. Dor hatiye mirinê, qey vê carê jî ewê bibêjin tu bimre tu yê rehet bike.

Xwîn

Mêrik tiliya xwe birrî, xwîna tiliya wî nuqutî ser xalîçeya malê. Pir li ber xaliyê ket, kir ax wax.

Keça wî bi qerf jê ra got:

-Bavo, meraq meke meke, xwîna te ewê li erdê nemîne; diya minê rojekê paqij bike…

Şîret

Xanima malê ji ximetkara nuh ra qala dûzana malê û saeta xurîniya xwe dikir, got:

-Em sibê saet 8a ji xew radibin, saet 9a xurîniya xwe dikin. Dibê tu li gorî wê rabî haziriyê bikî.

Keçikê got:

-Heger ez di xew da mam, hûn dest pê bikin

Meraq

Keçika biçûk ji diya xwe pirsî:

-Dayê, te bavê min çawa nas kir, tu çawa pê ra zewicî?

Jinikê berê xwe bi mêrê xwe da kir, jê ra got:

-Tu dibînî, keçik jî bi zewaca me matmayî maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE