28 juli 2023

Yê kurd be ewê ji bo kurdan bixebite

HUDAPAR dike li Diyarbekrê di 30ê temûzê da mitînga ”Hurmeta ji Quranê” ra çêke.

Kurdên Hudaparê bûne şûrkêş û artêşa misilmanan, li ku dera dinyayê dibe bira bibe, kî ji misilmanan ra bibêje hilê-bilê, kurdên Hudaparê tavilê li Diyarbekrê dadikevin kolanan û şûrê misilmanan dikşînin.

Leşkerekî Îsraîl sîleyekê li filistînîyekî xîne, Hudapar tavilê Îsraîl protesto dike.

Îranê, Tirkiyê kurd perîşan kirine, zulmeke mezin li kurdan dikin, fena ku ev zulma Tirkiye û Îran li kurdan dikin, dagirkeriya wan bi dilê Hudaparê be, rojekê Tirkiyê û Îranê protesto nake.

Îran her hefte kurdekî, du kurdan îdam dike. Ji bo xatirê Xwedê Hudapar rojekê ji bo kurdan li dijî Tirkiyê, Îranê mitîngekê çênake, rojekê van dewletan protesto nake.

Lê wek leşkerên misilmanan û filistîniyan tim hazir û nazir in, li ku dera dinyayê kî tiliya xwe berbî misilmanekî bike, Hudapar tavilê şûrê wan dikşîne, wî welatî, wan kesan protesto dike.

Hudaparî dibêjin em kurd in, lê tu carî wek kurdan hereket  nakirine, bi navê dîn kurdan dixapînin, dikin zilamên xelkê. Yê kurd be berî her tiştî ewê ji bo kurdan bixebite, ewê mafê kurdan biparêze. Hudaparê tu carî ev yek nekiriye.
Hudapar bi navê kurdayetiyê kurdan dixapîne.

XXX

Aqilê her kesî li gorî wî ye. Her kes ji aqilê xwe razî ye. Xwedê kir her kes ji aqilê xwe memnûn e.

Lê ne razî be ewê çi bike?

Dibêjin Xwedê barê însan nikanibe rake nade tu kesî. Qey ji bo wê ye hin kes bêmeju ne, lê haya wan ji wan tune ye. Ew nizanin lê xelk dibîne.

XXX

Du tirk çaxa radibin hev, xwe li hev radikşînin, şer dikin, yek ji yê din ra bi hêrs dibêje:

-Law(kuro) tu kî yî?

Yê din jî wek dîkekî xwe digijgijîne, dibêje:

-Law tu kî yî?

Fena ku hevdu nas nakin, dixwazin hevdu nas bikin. Du heval bin jî vê pirsê ji hev dikin:

-Law tu kî yî?

Li dinyayê tenê tirk di şer da dixwazin hevdu nas bikin.

XXX

Bi navê Xwendê rojnamevanê swêdî John Gustavsson, baş texmîn kiriye Tirkiyê kînga bikanibe têkeve Yekîtiya Ewrûpayê. Camêr gotiye:

”Kînga derya herikî Sahrayê û Dojeh cemidî, bû bûz Tirkiyê bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê.

Bi baweriya texmîneke pir realîst e. Heta nuha tu kesî texmîneke whewqasî rast û realîst nekiriye. Ez JohnGustavsson pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE