28 juli 2023

Hevalê baş û xerab

Di jiyana xwe da meriv rastî hevalên baş jî tê, rastî hevalên xerab jî tê.

Hevalê baş riya baş bi ber meriv dixîne,  çêyiya wî digihîje meriv, zirara wî nagihîje meriv.

Hevalê xerab jî tiştê xerab bi mer meriv dixîne, meriv tiştê xerab jê fêr dibe, xerabiya wî digihîje meriv.

Bi nebaşî û xerabiyên hevalê xerab ra meriv jî dihetike, şermezar dibe.

Hevalê meriv gava tiştê xerab, tiştê ne baş dike meriv şerm dike. Însan dibêjin mêze hevalê te ev xerabî, ev bêexlaqî kiriye, meriv pê diqehere, li ser navê hevalê xwe li ber xwe dikeve.

Lema jî dibê meriv bi her kesî ra nebe heval, di hilbijartina hevalan da bi dîqet û hesas be.

Lê helbet naskirina însên ne rehet e, wextê digre. Destpêkê meriv her kesî nas nake, dibê tişt werin serê meriv.

Gava meriv dît hevalê meriv yekî/yeka xerab e, dibê meriv jê dûr keve.

Meriv nikane merivê xerab baş bike, lê meriv kane pê ra hevaltiyê neke, pê ra samîmî nebe.

Gotineke pêşiyên almanan dibêje:
-Kevokek bi qijikan ra hevaltiyê bike, perên wê jî, dilê wê jî reş dibe

Di jiyanaê da çend tişt hene dibê meriv qedrê wan baş bizanibe, wek roniya çavê xwe lê miqate be. Ji van tiştan yek, heval e, yek jî pere ye.

Dibê meriv qîmeta perê xwe jî, ya hevalê xwe yê baş jî bizanibe.

Çikûsî ne baş e, lê bolvirî û destbelayî jî bi qasî çikûsiyê xerab e. Tu tişt bêpere nabe. Merivê rût nikane tiştekî bike.

Gava serê meriv têkeve tengasiyê, gava derî li ser meriv werin girtin pere jî, heval jî kanin werin hawara meriv, bibin kilîtên deriyên girtî, derî li ser meriv vekin.

Bolviriya pera jî, bêwefayiya bi hevalê xwe ra jî li zirara meriv e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE