31 juli 2023

Firneciyên Rihayê ji ber biraştina bacan û îsotan pê ra nagihînin nanê xwe lêxin

Nivîsa min a li ser firnecî û xanimên rihayî olaneke baş da.

Di medyaya sosyal da çend vîdeoyên firnecîyan belav kirine, feqîra ji ber pirbûna tawe û tepsiyên malan dikin qîrîn û hawar.

Lê çi heyf vîdeo gişk bi tirkî ne, di yekê da jî kurmancî napeyivin.

Li Rihayê hewqas kurdên baş, welatparêz hene, nayê bîra yekî here bi nanpêjekî firnecî ra bi kurmancî bipeyive. Bira ew jî derdê xwe bi kurmancî bibêje.

Rojnamevanên rihayî yên pir jîr hene, nayê bîra yekî bi kuramncî programakê li ser vê meslê çêke.

Çaxa yek here bi kurmancî çend pirsan ji firnecîyan bike û ew jî bi devoka rihayê a wek gezo şîrîn çend gotinan bibêjin, çend ”xeberên” dilê meriv rehet dikin bidin, çend nukteyên xweş bibêjin ewê vîdeoyeke pir xweş çê bibe.

Mîzaha hemşeriyên min xurt e, ewê şirikê jê berdin.

Mesela yekî wek Emer Farûk Baran kane li ser vê meselê xebereke xweş, podcasteke mikemel çêke.
Ez bawer dikim ewê dengekî mezin bide.

Di vîdeoyekê da min dît heta bi bacanan jî ji bo sogilmê, îsot ji bo biraştinê şandibûn firnê.

Gelî xaniman, ji Xwedê bitirsin, bi Xwedê hewqasî jî nabe. Meriv kane sogilma xwe li malê di firna xwe da çêke.

Hûn îsotên xwe jî ji bo biraştinê dişînin firnê, ma ev îş e?

Em îsotên xwe di nav çend deqan da di firna xwe dibrêjin.

Ez kibabê jî di firnê da çêdikim. Tepsiyekê tije av dikim, didim binî û kibaba xwe dibrêjim.
Eyn dibe loqim.

Em sogilma xwe, tawa xwe, nanê goşt, bacanê tepsiyê, welhasilî kelam, ew xwarinên hûn dişînin firnê gişan li malika xwe, di firna xwe da çêkin û pir jî xweş dibe.

Xanimno,yê we sebeb rehetî û tembelî ye, hûn xanimên rihayî fêrî rehetiyê bûne, hûn naxwazin li mal beroşa xwe bidin ser kuçik, hûn naxwazin firna xwe vêxînin.

Ma meriv îsot û bacanan ji bo biraştinê dişîne firnê?
Dua bikin ez ne li Rihayê me, minê li ser vê meselê kampaniyek li dijî vê adet û kultura bida destpêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE