15 juli 2023

Dev ji demagojîyê û hîlebaziyê berdin

Hin kurdên me, lê ilim(bi taybetî)jî yên dîndar her xerabiya dewletê, her zulma dewlet li kurdan dike bi kemalîzmê va girê didin, dikin sûcê kemalîstan.

Oportunîstiyê dikin, çimkî naxwazin bi rejîma Erdoganê dîktator ra nabêna xwe xera bikin; fena ku îslamîst ji kemalîstan baştir in, adiltir in, demokrattir in, heqnastir in. 

Dev ji vê oportunîstiyê berdin, îslamîstên tirk ji kemalîstan xerabtir in, ne baştir in. Jixwe ji bo me kurdan kemalîst, memalîst demagojîye, boyax e. Gişk xerabên di ser hev ra ne...

Li Tirkiyê çend şexs ne tê da siyasetmedarên wan giş antî-kurd in, giş kemalîst in, giş pantirkîst in.

Çimkî mesela me û Tirkiyê, tirkan mesela axê ye, şerê li ser Kurdistanê ye, ne gelşeke felsefî, îdeolojîk û dînî ye. Welatê me bi darê zorê ji me girtine, em jî dixwazin welatê xwe ji wan bistînin.

Şerê me, teşxeleya nabêna me û tirkan û dewletê li ser vê ye, kemalîst jî, îslamîst jî li dijî vê daxwaza me ne, dibêjin Kurdistan ya me ye, em nadin û hûnê jî tim bindest bimînin, heta hûn hêdî hêdî dihelin, dibin tirk.

Kemalîst jî, îslamîst jî viya dibêjin, lema jî Ataturk neparêzin jî hemû kelaîst in. Erdogan ji kemalîstê herî mezin e.
Ma 20 salên îktîdara îslamîstan vê rastiyê îspat nake?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE