14 juli 2023

Bi dostekî 43 salan ra bîstikek xweş

Îro min û dostê xwe yê salan Memo Yetkîn li Stockholmê sohbetek xweş kir. Ji ber ku ev neh deh sal in me hevdu nedîtibû sohbeta me hinekî dirêj, 3 saetan ajot. Me têra dilê xwe, bi şîranî qala sal û rojên borî kir.

Di sala 1980î da ez çer hatim Swêd min kekê Memo Yetkîn nas kir.
Ew berferatî, semsûrî bû, ez jî wêranşarî bûm, tavilê kêfa me ji hev ra hat, em bûn dost û havalên hev. Şikir ev 43 sal in xumamî nehatiye dostaniya me.

Kekê Memo berê li Stockholmê dima, me tim hevdu didît, lê ev 10-15 sal in bar kiriye Belçîkayê, Brukselê, lema em ji hev dûr ketine.

Ev çend roj in hatiye welatê xwe yê kevn, nas û dostên xwe dibîne. Lema me îro li bajêr hevdu dît û bîstekê sohbet kir.

Memo Yetkîn yek ji kurdên di destpêka salên 1960î da hatiye Ewrûpayê. Nizanîbû 60 salên wî li Ewrûpayê temam bûye. Min bi bîrê xist û jê ra got, dibê tu 60 saliya xwe ya li dîasporayê pîroz bikî. Keniya, got wele tu rast dibêjî.

Hêvî dikim ji bîr neke, dema vegeriya ew û xanima xwe bi hev ra pîroz bikin.

Memo Yetkîn li Ewrûpayê, li Swêd di 60 salên jiyana xwe da ji bo miletê xwe gelek kar û xebatên hêja kirine, tevî komeleyên kurdan bûye, weşanxana ava kriye, kitêb weşandine, li Brukselê Kitêbxane vekiriye.

Di kitêbxaneya wî da herî kêm 15 hezar kitêbên li ser kurdan û Kurdistnê hene û li dora 5 hezar jî kovar û rojname.

Mala Memo Yetkîn li Stockholmê wek kitêbxaneyekê bû. Li ku derê, li kîjan welatî li ser kurdan kitêbwk derketa, bihayê wê kitêbê çi ba jî Memo ew kitêb dikirî û dixist kitêbxaneya xwe.
Ez kanim bibêjim Memo Yetkîn serweteke mezin xistiye kitêbên kitêbxaneya xwe.

Wî wek hinekan pere kom nekir, perê qezenc dikir bi piranî xist kitêban û ji miletê xwe ra kitêbxaneyek dewlemend ava kir.

Nuha her kes, her lêkolîner ji wê kitêbxaneyê fêdê dibîne.
Memo Yetkîn merivekî sosyal e, bînfire ye, zarşîrîn e, xweş sohbet e, hevaltiya wî xweş e. Dilê hevalê wî tu carî jê namîne.

Lema jî dost û hevalên wî pir in. Ji her çar perçên Kurdistanê gelek kadir û siyasetmedaran nas dike, bi wan ra serpêhatî û bîranînên wî hene. Ew yek, kekê Emer Şêxmûd dudu, herdu jî xwedî gelek bîranîn û serpêhatiyên hêja ne.

Herdu jî dibê xatiratên(bîranînên) xwe binivîsîn.
Kekê Emer Şêxmûs nivîsîye, maye Memo Yetkîn, nuha jî dora wî ye. Dibê ew jî binivîsîne.
Min jê ra got, dibê tu van serpêhatî û bîranînên xwe binivîsînî. Ev yek him ji bo tarîxa me ya dîasporayê, him jî ji bo nivîşên li pey me pir muhîm e. Got dest bi nivîsînê kiriye. Hêvî dikim zû biqedîne.

Li dîasporayê merivên wek Memo Yetkîn, Emer Şêxmûs, Kendal Nezan, Cemal Elemdar, Reşo Zîlan hindik mane, rojnamevanên me dibê bi kesên wiha ra hevpeyvînên dirêj bikin, li ser dîaspora kurd fîlmên belgeyî çêkin.

Me soz da hev em careke din hevdu bibînin, hêvî dikim astengek çênebe, em careke din werin ba hev û hinekî din jî rojên borî yad bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE