15 juli 2023

Efendim dil pîr nabe !

Efendim xwedêgiravî meriv pîr dibe lê dil pîr nabe.

Ê dil pîr nebe ewê jahrê belav bike?

Hema hetanî jê tê bira bibêje ez pîr nebûme, nikane tu xweliyê jî li serê xwe ke.

Piştî ku beden pîr bû, meriv ji taqet da ket, pişt xûz bû, roniya çavan kêm bû, çong lerizîn, diran di dev da neman, meriv nikanibe gêzrekê bixwe, nikanibe dendikekê çerez bike, bêyî dilbijokiyê tu fêda pîrnebûna dil tuneye.

Ew jî bi bedenê ra pîr bibe, meriv merezarî neke çêtir e.

XXX

72 sal berê di 15ê temûzê da kurdperwerê hêja, bavê elîfbeya kurdî-latînî, xwediyê Hawarê, Roja Nû û Ronahiyê Mîr Celadet Bedirxan wefat kir. Bi hurmet bibîr tînim.

Mîrê Kurd

Lawê Kurdistan

Neviyê Bedirxan

Celadet,

Fedakar,

xwediyê hîmet

Cendekê wî di vir de bin ax bû

Giyana wî bilindî asîman bû

Nemiriye, zindî ye

Navê wî ebedî ye.

///Qedrî Can

XXX

Erdogan ev çend sal in bi Pûtîn ra hol dibe, xwedêgiravî xwe kiribû mitefikê Rûsyayê, Îranê, Çînê.

Nuha mêze dike tiştekî ji wê cephê bi çirpîne nemaye, çivek rûvîkî da xwe, dîsa berê xwe da Yekîtiya Ewrûpayê, gotiye 52 sal in bi payina li ber deriyê we em kevzikî bûn, bes e derî hema piçekî li me vekin.

Mêrik dolaba xwe xweş digerîne, bi derewa xwe wek dostê Pûtîn nîşan da, delaliyek baş ji Pûtîn girt.

Nuha dawiya Pûtîn xerab xuya ye, lema efendî ji keştiya Pûtîn direve, vê carê dîsa bi derewa xwe nêzî Ewrûpayê dike.

Mêrik ji cambazê ser têlê jî pêlewantir e, rûsan, ukraniyan, ewrûpayiyan hevdu qir kirin, ew tê da maye, ji herdu aliyan jî delaliya xwe digre.

Dinya xan bibe, xerabe bibe ew tim li karê ye, tiştek bi wî nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE