16 juli 2023

Sebeb çi be jî meriv terka zimanê xwe û miletê xwe nake

Wek milet ev çend sal in em di halekî pir xerab da ne. Ev halê xerab tesîrê li her kesî dike; bibê nebê, tesîra li hunermendan jî dike, pir, hindik ew jî para xwe ji vî halê me yê xerab digrin, carnan pir aciz dibin, gazinan dikin, hinê caran jî gavên şaş davêjin.

Sitranbêj û lîstikvana bi nav û deng Seymanî Perîzade xanimê di twîtteke xwe da gotiye:
”Êdî ew tirkeka esîlkurd e, êdî ewê hevokekê jî bi kurdî nenivîsîne, hûn heq nakin...”
Ev gotin, ev îsyan pir giran e, dibê pir qeherî be, hinekan ew pir êşandibe.

Lê bi ya min sebeb çi be jî meriv wiha nabêje, ji ber hebûna merivên xerab meriv ji qewmîyeta xwe dernakeve.

Di nav her miletî da merivên cilq, zirzop, cahil, bêfahm û bêîzhan hene. Ji ber hebûna wan meriv ji miletê xwe naxeyide. Rexne dike, gazinan dike, lê ji kurdûnê dernakeve.

Li gorî gotna wê, hin kurdan bi çavê ”bêjîyekê/pîncekê” lê nirîne, ew miamele pê ra kirine.

Wê jî hew tehamilî van heqaretan kiriye, lema jî gotiye ji nuha û pê da kurdbûn û kurdî bira li min heram be…

Ev gotin şaş e, hêvî dikim piştî çendakî bîna wê fire bibe û dev ji vê înada xwe berde.

Çendakî berê sinetkara, sitranbêja operayê Pervîn Çakarê jî gotibû wê dev ji muzîka kurdî berdaye:

”Tiştekî were kirin tuneye, dawiya rê xuya kir. Ez dev ji muzîka kurdî berdidim. Muzîka ez çêdikim nayê gudarîkirin. Berhem û alîkariya ez dixwazim çênabe.”

Li gorî Pervîn Çakarê di nav kurdan da bazara muzîka wê tuneye, kurd piştgiriyê nadin wê, debara wê bi sinetê wê nabe, lema ew jî dev ji muzîka kurdî berdide.”

Ev biryara wê jî şaş e. Rast e hunermendên kurd, bi taybetî jî sitanbêj, muzîkjen nikanin debra xwe bi sinetê xwe bikin. Yên kanin bikin pir hindik in.

Lê ev yek dibê nebe sebebê meriv dev ji zimanê xwe berde, bibêje ez hew bi kurdî dinivîsim, distirêm.

Vê meselê bala Înan Eroglu kişandiye, lema jî di malpera ”Botan Timesê” da ev gelş kiriye mijara minaqaşê.

Hin hunermend çima dev ji kurdî berdidin, çima ji kurdan dixeyidin, çima dixwazin xwe ji kurdî dûrxînin û nêzî tirkî bikin?

Sebebê vê trajediya van hunermendan çi ye?

Înan Eroglu di nivîsa xwe da li sebebên vê gelşê gerîya ye.

Nivîseke muhîm e. Mesele jî pir muhîm e.
Bi baweriya min dibê kurd, sosyologên me  li ser vê meselê rawestin, serên xwe bi vê gelşa me ya civakî ra biêşînin.

Dibê sebeb û bingehên vê xeyda hin hunermendan ya ji kurdî bi rengekî ilmî, sosyolojîk were îzahkirin.
Dibê milet bizanibe sebebê xeyda ji kurdî, ji kurdan çi ye û ji bo ku ev xeyd çênebe em kanin çi bikin?


Bi baweriya min mijar pir muhîm e, hêjaye em li ser bipeyivin, bîr û bawriyên xwe bibêjin.

Hin aliyê hunermendan ên bi heq hene, dibê meriv viya înkar neke. Her kes ne qehreman e, nikane her şertê xerab qebûl bike.

Lê alternatîva vê yekê ne xeyda ji zimên û ji kurdayetiyê ye.
Zimanê kurdî xerabî, bêwefayî bi kesî nekirye, kes birçî nehîştiye. Bêkesîya hunermendan, feqîriya wan ne sûcê kurdî ye, problem ji însên da ye, ji civatê da ye.

Ew jî girêdayî rewşa me, halê me ye.

Em miletekî bindest in, asîmîle bûne, feqîr in. Dezgehên me yên netewî, xwedî îmkan tune ne.

Tiştê tu ji almanan, îngilîzan, ji tirkan dipê, tu nikanî ji kurdên bindest, bêdewlet, asîmîlebûyî jî bipê.

Dibê meriv li ser van meselan fikrên xwe bibêje, pêşniyarên xwe bike, lê heqretê li kesî neke, gotinên ne xweş nebêje. Şiroveyên wer ezê rakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE