16 juli 2023

Gurê pîr jî bûye hewarîyê demokrasîyê

Hela hûn bala xwe bidin vê ecêba giran, Devlet Bahçelî demokrasî parastiye, gotiye ”repe repe potînan û xurrîna paletên tankan nikanin dengê demokrasiyê bibirrin.”

Gurê pîr retorîka wî xurt e, demagogekî temam e, xweş berdide.
Ma derew bi pera ye?
Ma kes bi derawa mirî ye?

Lê ev îş bi derewa nabe, emokrasiya we li ber çava ye. Tirkiye bûye zindaneka mezin. Însan ji bo ku ji vê zîndanê birevin xwe li mirinê diqelibînin.

Li gorî endeksa demokrasiyê di nav 179 welatan da Tirkiye di rêza 174a da ye. Demokrasîya Ugandayê, Kamerûnê û Somalî jî ji ya Tirkiyê baştir e, Tirkiye li pey wan e.

Lê mêrik hîn jî şerm nake, dibêje ji bo me demokrasî muhîm e. Hûn û demokrasî wek agir û avê zidê hev in, demokrasî bi derewa nabe.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan ji bo parsê sibe diçe Siûdî, Qeter û Îmaratê.

Çerxa aboriya reş êdî nagere, lema tûrê parsê avêtiye ji milê xwe da, bi kerîyek zilamên xwe ra sibe ewê here nav ereban parsê.

Delaliya ji Pûtîn digire, xûgiya ji Yekîtiya Ewrûpayê diçirpîne êdî têrê nake.

Lê ereb jî êdî luht bûne, zikat û fitreyên xwe jî belaş nadin kesî.

XXX
Îngilistan jî hewil dide Tirkiye bertîl bike ji bo ku rê li ber koçberên Tirkiye dişîne bigire.
Îngilîstan çi dike jî Tirkiye şandina koçberan nasekinîne, Tirkiye her roj qefle bi qefle, bi balafiran xelkê dişîne Îngilîstanê. 
Lê Îngilistan dixwaze Tirkiyê bertîl bike û bi vê riyê pûlisên xwe li balafirxaneyên Tirkiyê bi cî bike.
Wezîra karên hundur ya Brîtanyayê Suella Braverman gotiye, ji bo zûkirina prosedurên dersînorkirina koçberên ji Tirkiyê tên ew bi Tirkiyê ra li çareseriyek mîna rêkeftina bi Albanyayê digerin.

Yanî ewê Tirkiyê jî wek Albanyayê bertîl bikin, ji bo ku xelkê neşînin ser wan.
Lê ev Erdogan e, ewê him perê xwe bigire, him di riyeke din ra dîsa wan bişîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE