19 juli 2023

Bîntengî

Keçikê ji hevala xwe ra got:

-Min li filîmekî temaşe kir. Bîna keçikê teng bû, li malê teşxele derdixist. Malbatê dî nedît nabe, ew şand seyahetê.

Roja din min ji diya xwe ra got:

-Dayê, bîna min pir teng e, ez dikim biteqim.

Diya min got:

-Wê demê van kincan bibe li balkonê raxîne, bîna te ewê fire bibe…

Di mal da maye

Keçik yeka hinekî pozbilind bû, xortekî li gorî dilê xwe neditît, di mal da mabû.

Rojekê ji hevala xwe ya nuhzewicî ra got:

-Keçê, wele ez di mal mam û mam. Ez bûme wek qiralîçeya Îngilîstanê, carnan derdikevim şaneşînê destê xwe li ba dikim.

Bîna yarê

Lêwik ji dildara xwe ya kevn ra mesajek nivîsî, got:

-Şîrîna ber vî dilî, xezala min, saleke em ji hev dûr ketine, lê bîna te ya xweş hîn ji ser min neçûye, hîn jî li ber pozê min e.

Keçikê bersîv dayê:

-Law genî, saleke ma te serê xwe neşuştiye?

Nifira dê

Keçikê bi ken ji havala xwe ra got:

-Gava diya min ji min diqhere, dibêje:
-Înşela zaroka te jî wek te be, wê demê tu yê bibînî…

Lê feqîrê nizane ezê gede têxim hustuyê wê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE