19 juli 2023

Meriv got cixare xerab e gerek bi xwe cixarê nekşîne

Ji tiştê herî zêde min matmayî dihêle yek jî gava hin kes bi tirkî li dijî asîmîlasyonê dertên, şîretan li xelkê dikin, dibêjin gerek em zimanê xwe biparêzin, efendim heger me berê wiha kiriba, îro wiha nedibû, filan û bîvan.

Ew bi xwe dev ji tirkî bernadin, lê ji asîmîlebûna kurdan gazanan dikin.

Birayên ezîz, dev ji van gotinên bêfêde berdin, berê çû, bi ax waxê em nikanin tiştekî bikin. Ya muhîm îro ye, qenekê îro bi kurdî binivîsîne, bi tirkî van gazinan ji kurdan neke.

Merivê li dijî alkolê, alkolê venaxwe. Merivê li dijî cixarê, cixarê nakşîne.
Meriv him bibêje xwezîka me berê dev ji kudî berneda, xwezîka me bigota em bi tirkî nizanin, me tirkî nekira zimanê xwe, him jî van gotinan îro jî bi tirkî binivîsîne li hev nake. Yê li dijî asîmîlasyonê be di tirkî da israr nake.
 
Heger tu bi rastî li dijî asîmîlebûna kurda yî, di medyaya sosyal da bi tirkî nenivîsîne, bi kurdî binivîsîne bira keç û xort jî ji te, ji we îlhamê bigrin.

Elyêzerê cihû şexsek bû, bi îstîkrara xwe îbranî, zimanekî mirî ji mirinê xelas kir.
Heger hûn ji dil li dijî asîmîlasyonê ne, dibê hûn jî wek Elyêzer bi îstîkrar bin, bi zarokên xwe ra, bi der û dora xwe bi kurdî bipeyivin, di medyaya sosyal da bi tirkî nenivîsin. 

Kesê bi rastî li dijî asîmîlasyonê ye, dibê bi îstîkrar be, di kurdî da israr bike, bi tirkî şîretan li xelkê neke. Her kes wekîlê nefsa xwe ye, dibê meriv ji xwe dest pê bike, bi xwe bi tirkî nenivîse.

Dema te bi xwe bi tirkî nivîsî, wê demê dibê tu li dijî asîmîlasyonê dernekevî û gazinan ji kesên bi tirkî dinivîsîne nekî.

XXX

Li Afrîkayê, li Hindistanê, li Pakîstanê, li Balkanan hêzên îslamî terefdarên serxwebûna welatên xwe bûn, li dijî hêzên dagirker bûn.

Li bakurê Kurdistanê Huda-Par û piraniya îslamîstên me ji dêlî li dijî dagirkeran bin, azadî û serxwebûna welatê xwe bixwazin, li Kurdistanê bûne dost, heval û leşkerên dewletê û hêzên neyarên kurdan.

Yanî problem ne di îslamê da, di îslamîstên me da ye, wan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dîn û îslam xistine xizmeta neyarên xwe.

Bi kêrê meriv kane însên jî bikuje, kane karê baş jî pê bike. Dîn û îdeolojî wisa ye. Meriv kane dîn bike sîleheke li dijî dijmin jî, kane bike qeyd û merbendeke dijmin a bindestiyê jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE