20 juli 2023

Meriv hêdî bajo baştir û silamettir e

Çaxa ev bêxwediya înternetê, medyaya sosyal tunebû serê meriv vehesîyayî bû, kurdan nikanîbûn bi vî rengî êrîşî hev bikirana, dilê hev bihîştana.

Her kesî ya dilê xwe bera hundurê xwe dida, çi bigota di mala xwe da digot, dengê wî, dengê wê nediçû kesî.

Lê bi riya medyaya sosyal însanan tiştek hev nehîştine, gotinên nemayî ji hev ra dikin û di cî da jî dinya alem pê dihese. Berê kes pê nedihesiya.

Ez zanim ne sûcê medyaya sosyal e, sûcê însên e, hin însan bi devê xwe nikanin, zêde didin nav, di her parvekirineke xwe da agir bi erdê dixînin, dibin sebebê gelek dilmanan.

Belkî jî însan hevdu nas bike baştir e…

Lê ez dibêjim sureta zêde di trafîqê da jî, di minaqaşê da jî ne baş e, meriv hêdî bajo baştir û silamettir e.

XXX

Pîrê derdê xwe ji cîrana xwe ra digot:

-Di zaroktiya xwe da ez ji tarîtiyê ditirsiyam. Nuha dema ez fatûreya elektirîkê dibînim ez ji ronahiyê ditirsim.

XXX

Li Tirkiyê tenê sê tîmarxane hene. Ez matmayî mam. Pir hindik in. Tiştê ez dibînim ji bo welatekî wek Tirkiyê sê tîmarxane têrê nakin. Qey ji ber ku di tîmarxaneyan da cî tuneye lema gelek kesên dîn li derve digerin, heta bûne siyasetmedar jî.

XXX

Bomberanên Tirkiyê yên rojane ziyaneka mezin daye gundiyên herêma Amêdîyê, çiyayê Metîna.

Ji ber ku bi bombebaran daristan, çêra tên şewitandin kes nikane pez jî xwedî bike.

Hukûmeta Kurdistanê jî li vê barbariya Tirkiyê temaşe dike.

Medya xeberên bombebaran dinivîsîne, em dixwînin û pê diqeherin, hukûmeta Kurdistanê jî xwe kerr û lal dike.

Tirkiye jî terora xwe ya li ser kurdan didomîne.

Karê me xwendina xeberên bombebaranên Tirkiyê û qahr e, tenê ev ji me tê.

XXX

”Birçî bihéle bira îtîat bike,cahil bihêle bira bîat bike.”

Azîz Nesîn

Erdogan li gorî vê felsefê hereket dike, ji bo îtîatê birçî dihêle, ji bo bîatê jî cahil dihêle.

Nahêlin însan azad bin, fikrên ne li gorî dilê wan minaqaşe bikin.

Dixwazin her kes bibe şelafê Erdogan û sîstemê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE