25 juni 2023

Xwedê dua wan qebûl kir

Nîvê tirkan û kurdan bi mejuyê şexsekî difikirin, dibêjin ew kûpê êqil e, ew hamî hama ye, xwediyê aqil fahma ye, ew çi bibêje rast e, ew çi bike baş e.

Ew şexs jî ji ber bêmejîtî û totikvalatîya wan ji xwe ra kêf kiriye, bi qamyonan dolar embar kiriye.
Kêmaqilên dibin heyranên kêmaqilan, dîktatoran tim pir in. Ne ev kêmaqilbûna van dîktatorên zirzop nedihat ser hukim û nikanîbûn hewqasî hukim zirarê bidin welatan û însanan.

 
XXX

Dîndarên tirk ji bo ku werin ser hukim pir dua kirin, gotin ya Rebî Tu me fedîkar neke. 

Xwedê dua wan qebûl kir, hatin ser hukim, 20 sal e Tirkiyê îdare dikin. 

Bir rastî jî êdî ji tu tiştî şerm nakin. Her sextekariyê, her diziyê, her zulm û neheqîyê normal dibînin û jê ra li çepikan dixin.

XXX

Li Rûsyayê serîhildana hêzên Wagner kane bibe destpêka şerekî hundur û dawiyê li dîktatoriya Pûtîn bîne. Çimkî di destê hêzên Wagner da sîlehên giran, tank û rakêt hene.

Serokê Belarusê Lukasjenka ketiye nabênê, gotiye meşa hêzên Wagner berbî Moskovayê rawestiya ye.

Lê îdîa rast be jî mesele çareser nebûye, ewê berfirehtir bibe. Riyên dora Moskovayê giş hatine girtin. Ev yek jî cidîyeta meselê nîşan dikde.

Berpirsiyarekî Wagnerê gotiye me bajarê Rostov û gelek qerergehên leşkerî girtine.

Pûtîn serîhildanê bi îxanetê îtham dike, dibê xayinên werin cezakirin. Helbet Pûtînê wiha bibêje, lê ev yek meselê çareser nake.

Hêvî dikim Pûtîn bela xwe bibîne, rûs jî, dinya jî ji vî dîktatorî xelas bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE