26 juni 2023

Tifaqa dereng bêfêde ye

Pêşiyên me li dijî dijmin, li dijî dagirkeriyê di wexta xwe da nehatin ba hev, dûra ya di zindanan da, ya jî li sirgûn û koçberiyê hatin ba hev.

Lê ew jî êdî derebg bû. Dibê di wexta xwe da destên xwe bidana hev û bi hev ra li hemberî neyarê xwe rabûna.

Me ji serpêhatiya pêşiyên xwe ders û ibret negirtiye, lema em jî eynî xeletiyê dubare dikin. Di wextê da destên xwe nadin hev, piştî em têk diçin, dijmin bi ser dikeve, em koçber dibin, li sirgûnê tên ba hev. Lê ew jî êdî dereng e.

XXX

Pûtîn gotiye ”me li hemberî Wagner piştgiriyeke tam ji Erdogan girt.”

Helbet Erdogan ewê piştgiriyê bide Pûtîn, çimkî di piştgiriya Pûtîn da kara wî heye. Kara wî li ku be Erdogan hevalê wî ye. Gava kara wî di Pûtîn da nemîne ewê bibe neyarê wî yê herî mezin.

 XXX

Ji bo feqîr bixapin, aş bibin, li hemberî zulmê, neheqiyê, bêedaletiyê û feqîriyê dengê xwe nekin hewce bû dilê feqîran jî bihata xweşkirin, ji wan ra jî tiştek bihata wahdkirin; lê belê ne li vê dinyayê, li axretê. Bi riya dîn viya wahd dikin.

XXX

Ji rûvî ra gotine cesareta xwe îspat bike, çûye têjikê(çêlikê) xwe xwariye.

Ji hinekan wetnê cesûrî bêbextiya bi hevalên xwe ra ye, bi qewmê xwe ra ye.

 XXX

Dîndarên tirk ji bo ku werin ser hukim pir dua kirin, gotin ya Rebî Tu me fedîkar neke. Xwedê dua wan qebûl kir, hatin ser hukim, 20 sal e Tirkiyê îdare dikin. Bir rastî jî êdî ji tu tiştî şerm nakin. Her sextekariyê, her diziyê, her zulm û neheqîyê normal dibînin û jê ra li çepikan dixin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE