27 juni 2023

Însan jî kedî dibin

Bindestiya salên dûr û dirêj gelekên me ji dewletê ra, ji tirkan ra baş kedî bûne. Êdî ji hêzên dagirker, ji siyasetmedarên wan, ji pûlis û leşkerên wan, ji hevalbendên wan aciz nabin, nabêjin çi îşê van xerîban, van dagirkeran li welatê min, li gund û bajarên min hene?

Dagirkeran êdî ji xwe dibînin, ji hebûna wam ali welatê xwe nerehet nabin, di hundurê xwe da li hemberî wankîn û nefretekê his nakin.
Heta gelekên me dev ji kurdbûna xwe berdane, êdî xwe tirk qebûl dikin.

Piraniya miletekî dema ji dagirkerên welatê xwe neqehere, jê nefret neke wî ji welatê xwe jî dernaxîne.

Bi piraniya me ra hestên netewî daketiye binê sifirê, lema jî însanên me ji asîmîlasyonê, ji tirkbûnê qet ne aciz in.

XXX

Tu çi dinivîsînî miheqeq hinek kêmasiyekê, qusûrekê tê da dibînin. Ya naverok ne li gorî dilê wan e, ya jî gotinekê naecibînin, dibêjin ev peyv ne bi kurdî ye, bi erebî ye, dibê tu filan peyvê bi kar bînî.

Yanî koşkar rind çêke jî teroso ye, xerab çêke jî tereso ye. Derdê kurdan nayê kişandin û weselam.

XXX

Ya qedir bidin însên ya nedinê, lê tu carî durûtiyê nekin, tu carî fêlbazîya wek hûn jê hez dikin nekin.

Durûtî ne xisletekî baş e. Evîn jî, nefret jî dibê ji dil be, samîmî be, tê da durûtî, sextekarî tunebe. Dibê yê hember neyê xapandin.

XXZ

-Ilim sê bihust e. Yên di bihusta pêşî da fêr dibin qurre dibin. Yên di bihusta duduya da fêr dibin nefsbiçûk, dilnizm dibin. Yên di bihusta sisiya da fêr dibin, fêr dibin di eslê xwe da tiştek nizanîbûne.

XXX

-Heger roj nade ruyê te, heger hîv nade paca te, qebhetê ne ji rojê, ne jî ji pacê bibîne. Perdeya ji ber çavê xwe bide alî.

Mewlane

-Heger paceya te ya li dinyayê dinêre qilêrî be, kulîlkên min ewê ji te ra wek çamûrê xuya bikin.

Mewlane

XXX

-Edeb; dema tu dipeyive zimanê xwe biparêze, dema tu bi tenê dimînî dilê xwe biparêze, dema tu derketî derve çavên xwe biparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE