28 juni 2023

Mala dê û bavê hêlîna meriv e

Îro Cejna Qurbanê ye. Berê, çaxa dayika min sax bû, her siba cejnê(eydiyê)min telefonî wê dikir, cejna wê pîroz dikir.

Berê bavê min çû rahmetê, dûra jî diya min a derdgiran, dilşewata zarokên xwe da dû.

Li ser temî û wesîyetên wan, me gorrên herduyan li kêlek hev çêkirin. Ewê ebedîyen li ba hev bin.

4 sal in diya min wefat kiriye, êdî dayika ez roja cejnê telefonî wê bikim û cejna wê pîroz bikim tune.


Di 5ê hezìrana 2019a da ji me xatir xwest, çû dinya xwe ya ebedî.

Heta sax bû, li Diyarbekirê warekî min, maleka min hebû, êdî ew war, ew mal, ew hêlîn tuneye.

Hezkirina dayikê wek tîna rojê germ e, wek çiyakî mezin e. Li Amedê ew tîna bi himêza xwe bedena min germ bike nemaye, ew çiyayê ez herim pişta xwe bispirimê tuneye.

Tunebûna dê û bavê di nabêna min û welêt da qutbûnek çêkiriye, tu kes, tu tişt nikane wê qutbûnê ji ortê rake, dewsa wan dagire.

Dema dê û bav diçin rahmetê nigên meriv ji erdê qut dibin, meriv xwe li hewa hîs dike.
Di warê rûhî û psîkolojîk da tiştekî meriv bi wî bajarî, bi wî gundî, bi wê axê ve girê bide, meriv bikşîne wê derê wek berê namîne; mîknatîz dimre, êdî meriv nakşîne wê derê.
Cejna we pîroz be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE