28 juni 2023

Ev ne koçberîyeke normal e

Li rojhilatê Kurdistanê rewş çi ye ez baş nizanim, lê herçî bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê ye ji ciwanan vala dibin, tên valakirin.

Koçberî berê jî hebû, ji hin herêmên serîhildan û erdhej lê çêbûbûn koçî metropolên Tirkiyê dikirin.

Lê nuha ji seranserê Kurdistanê koçek mezin heye. Ji her bajarî bi hezaran însana koç dikin. Gelek gund ji binda vala bûne, tenê çend kal û pîr lê mane.

Vê carê ne koçberiyeke berbî metropolên Tirkiyê, berbî Ewrûpayê ye.

Ev koçberiya mezin wek carên berê ne ji ber mecbûrîyetekê ye, bûye mode, însanên halxweş, zengîn, xwedî kar, ne mecbûrî koçberiyê jî perakî mezin didin qaçaxçiyan û xwe li mirinê diqelibînin.

Gelek kes di bahran da difetisin, hinek jî dikevin nav lepên çeteyan, perîşan dibin, trajediyên mezin tên serê wan.
Berê hin kes ji mecbûrî, ji bo ku bi salan di zindanan da nemînin direviyan derve.

Lê koça nuha ne koçberiyeke siyasî û mecbûrî ye, fena ku tiliya dewletan, tiliya dijminên me di vê koçberiya kurdan da hebe, dixwazin Kurdistanê ji kurdan vala bikin, bi riya çeteyên xwe însanan dixapînin, teşwîqî koçberiya Ewrûpayê dikin.

Dixwazin nufûsa ereb û tirkan li Kurdistanê zêde bikin. Kurd jî li vê koçberiya malwêran temaşe dikin.

Wê rojê di programeke Rûdawê da min dît, li gundên Pîranê xortek nemabû, çend kal û pîr mabûn.

Ev yek li başûr û rojavayê Kurdistanê jî wiha ye. Însan 10-12 hezar dolar didin çeteyan ji bo ku wan bigihînin welatekî ewrûpayê. Malbat li ser hev serweteke mezin didin çeteyan, dûra jî di riyan da perîşan dibin.

Mecbûr, ne mecbûr, feqîr, zengîn, çiyê kê hebe difroşe, didin çeteyên qaçaxçî û dikevin ser riyên man û nemanê.
Gelekên wan tên xapandin, di riyan da perîşan dibin, gelek jî di bahran da difetisin.
Di tarîxa Kurdistanê da koçberiyeke wiha tu carî nehatiye dîtin. Ev ne koçberiyeke normal e, valakirina Kurdistanê ye.

Li başûr kurd ne bindest in, azad in, ne birçî ne, lê dîsa jî bi dehhezaran koçî derve dikin.
Serokên me lî temaş dikin, tedbîrekê nagirin.

Hema hema malbata zarokên xwe neşandibe tuneye. Her kes deyn dike, dû dike, dide çeteyan û çend kesên xwe dişîne Ewrûpayê.

Çeteyên tîcareta însanan dikin ne bi serê xwe ne, merivên dewletê ne, bi dewletê ra dixebitin, ne alîkariya dewletê be nikanin bi hezaran, însanan ji Tirkiyê derxînin derva.

Wê rojê wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, di van çend Salan da me 1,5 milyon însan şandiye derve. Her tişt di bin kontrola me da ye. Kes nikane bi dizî sînorên me derbas bike.
Ev jî nîşan dide dijmin dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere, nufûsa kurdan kêm bike û miletên din li bajarên Kurdistanê bicî bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE