29 juni 2023

Çîroka mişkê mişkxur

Li ser mişkan çîrokek deryavanên îngilîz a meşûr heye. Di keştiyê da mişk rehetiyê nadin wan, riyeke pir ecêb dibînin, qira mişkan tînin: Çîrok wiha ye:


Di keştiyeke îngilîz da mişk pir in. Gelek feq datînin lê mişk naqedin. Dûra çareyeke din dibînin û bi wê metodê qira mişkan tîin.

Deryavan(keştîvan)di keştiyê da mişkekî digrin û dikin tenekeyekî vala, bi rojan tî û birçî dihêlin.

Dûra rojekê mişkekî biçûk digrin û berra çem mişkê birçî didin.

Mişkê bi rojan birçî mabû di cî da xwe çindî ser mişkê biçûk dike, dixwe.

Dûra mişkekî din berra cem didin, wî jî dixwe. Yekî din û yekî din, dawiya dawî dibe mişkekî yamyam, kanîbal, di tahmije xwarina mişkan.

Mişk êdî pir xurt dibe, dibe wek cilbûhekî, kîjan mişkî berra cem didin, di cî da xwe çindî ser dike û dixwe. Ji pisikê jî xerabtir dibe.

Dûra mişkê kanîbal ji nav teneke derdixin, bera nav keştiyê didin.
Êdî mişkekî pir xurt e, mişkxur e, bi dostî, bi konetî xwe nêzî mişkan dike, digre û dixwe. Ji ber ku pir mezin bûye, xurt e.

Dawiya dawî keştiyê ji mişkan paqij dike.
Dewletê gelek kurdên me jî xistine vî halî, bi dostî, bi xapandinê, hokabazî, bi zimanê tirkîya xwe nîzî kurdên nezan, xeşîm, feqîr dikin, wan dikin hevalên dewletê, wan asîmîle dikin, ji kurdayetiyê dûr dixin. 

Hevaltiya dewletê, piştgiriya partiyên tirk, asîmîlasyon jî rengekî xwarinê ye, kurdê bibe hevalê dewletê, kurdê asîmîle bûbe kurdekî mirî ye, ji dewletê ra êdî ne talûke ye. Destpêkê ev xuya neke jî, dawî mirin e.

Dibê em mişkên kanîbal, mişkxur nas bikin, îfşa bikin, nehêlin zirarê bidin miletê me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE