Li Stenbolê sûtalekî tirk da dû keçikeke kurd. Fîstanekî hiçin li keçikê bû. Sûtêl bela xwe jê venekir. Got:
-Şîrînê, ez ji hişin pir hez dikim.
Keçik lê vegeriya, jê ra got:
-Wê demê tu çû mal ji dayiya xwe ra bibêje bira te bibe li mêrgekê girê bide.
Tu bawilan bibe
Yekî diyarbekrî ban texsiyekê kiriye.
-Tu yê min bi çiqasî bibî balafirxanê?
Şufêr gotiye 100 lîre.
-Tevî van hedu bawilan tu yê bi çiqasî bibî?
-Em ji bo bawilan pera nagrin.
-Ê wê demê tu bawilan bibe ezê bi otobozê herim.
Ji min bipirse
Rojek hatiye mêrê jinikê miriye, cenaze rakirine. Mele ji
cimatê pirsiye:
-We merhûm çawa nas dikir?
Mêrik yekî pir cirnexweş bûye. Jinikê ji mele ra gotiye:
-Xwedêjêrazî, ma cimatê çi bizanibe, tu were ji min bipirse
Xwesiya mêrik wenda bûbû. Lê gerîyan nedîtin. Bi zora xanima xwe ev îlan da rojnameyê:
-Xwesiya min yeka wiya, wiha ye, ji do da ye wenda bûye. Yên wê dibînin bira neynin malê, ji nedîva werin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar