24 juni 2023

Meriv çawa paşnavê xwe dike ”Turkekul” ?

Mahkimeya tirk a Amedê 6 sal û 3 meh ceza daye Dayika Aştiyê Hayrîye Turkekula 73 salî.

Rejîma herî xerab, herî faşîst, cûntayên leşkerî jî kal û pîrên 73 salî, 80 salî yên nexweş bi van hincetên qeşmerî nexistin zindanê.
Me ev hovîtî tenê di dema Erdogan da dît, ev şerefa mezin tenê bû para wî û rejîma wî.

Meriv ji hemû wesfên mirovahiyê ne bêpar be, ne irçîyên har be kokimeka 73 salî ji bo ku li dijî dewletê, li dijî zulma li wê û li miletê wê dibe çend gotin gotine 6 sal û 3 mehan ceza nake.

Lê ev rejîm li dijî kurdan her hovîtiyê dike. Jixwe ev ne numûna pêşî ye, berê jî çend caran tiştê wiha kirin.

Tiştekî din yê pir ecêb, ez matmayî hîştim, paşanavê wê ye. Paşanavê wê ”Turkekul” e !

Yanî ”qûla/evda tirkan”.

Mêrikan xwe xistine dewsa Xwedê, Hayrîye ne tenê qûla Xwedê ye, li gorî vî paşnavî ew ”Qûla/evda tirkan” e jî.
Maneya "Turkekul" ev e, yê qûlê, evdê tirkan.

Dewletê ev paşnavê sosiret, irqçîtî jê difûre di wexta xwe da li malbatê kir, lê meriv diguhere, meriv vî paşnavî li ser xwe nahêle. Ev xanima siyasetê dike, li dijî zulmê radibe berî her tiştî dibê ev paşnavê xwe biguherta.

Meriv çawa paşnavekî wiha li ser xwe dihêle?

Meriv wek kurd çawa bi paşnavekî wiha dijî?

Ev malbat çi malbat e, çawa hetanî nuha ev paşnavê irqçî, faşîst, nazîst, ne layiqî tu însanî neguhertine, bi vî paşnavê serapê irqçî, antîkurd jiyane?

XXX
Min digot belkî siyasetmedarên, serokên Kurdistana Rojhilat ji yên me baqiltir in, lê ez şaş bûme.

Piştî du pêşmerge ji hev kuştin şerê xwe rawestandine.

Bi nabênkariya PDKÎ serokên Komeleya Şoreşger û Komeleya Zehmetkêşan hatine ba hev, gotine emê pêşmergeyên xwe ji hev dûr bixin, şerê hev nekin.

Nikanin bi dijmin şerê hev dikin, hevdu dikujin. Meriv ne dîn be devê tivinga xwe nade birayê xwe.

Hêvî dikim ev dînîtî careke din dubare nebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE