23 juni 2023

Îro li Swêd cejna nîvê havînê ye

Îro li Swêd cêjna nîvê havînê ye, swêdî jê ra dibêjin Mîdsommar, Mîdsommarafton, sibe jî Mîdsommardag e. Mîdsommar, ev herdu roj jî sor in, tahtîl e. Di van herdu rojan xwrinên taybet, masiyê laks tê xwarin

Îro li her bajarê Swêd, li her taxê vê rojê(Mîdsommarê) bi govend, bi muzîk û şahî pîroz dikin. Darikekî bi hişinayê dixemilînin û li dorê govendê digrin, distirên, kêf dikin.

Li Stockholmê, li Bexçê Heywanet(li Skansenê) bi şahiyeke mezin pîroz dikin. Bi hezaran însan diherin diherin wir û bi kêf û şahî Mîdsommara xwe pîroz dikin. 

Ji sala 1891ê û vir da ye Mîdsommar li Skansenê tê pîroz kirin. Şahî 3 rojan dom dike. Di van sê rojan da kal, pîr, ciwan û zarok kom dibin û Mîdsommara xwe bi dans, bi lîstik, bi sitran û dîlan bi hev ra pîroz dikin.



Gelek kes kincên xwe yên netewî li xwe dikin, dans dikin, govendên gelêrî digerînin, fêrî nifşên nuh û zarokan dikin.

Şansêp swldîyan hebû, îro hewa pir xweş e, sibe jî ewê xweş be. Baran nabara. Kêf kêfa wan e, ewê Mîdsommara xwe li gorî dilên xwe pîroz bikin.

Stockholm 26 derece germ bû, milet ji xwe ra derketibû kêf û seyranê. Yên çûbûn şahiya Mîdsommarê, yên çûbûn ber golê, ber deryayê.

Li taxa mej î Mîdsomamar pîroz dikirin, em neçûnê. Ji dêlî wê ez û xanim ketin hinge dinga hewşê. Hin devîyên dora hewşê min nebirî bûn, min îro ew jî qedandin. Destpêkê meqesê serî li min geran, nexebitî.

Dûra min tê derxist problem di meqesê da, di kabila wê da bûye. Qabil qetiya bû, ceyran nedihat meqesê. Cîranekî minê ji rojhilatê Kurdistnaê heye, min çû kabloya wî anî, pê karê xwe qedand.
Sibe ezê herim ji Bauhausê yeka nuh bikirim.

Yanî xelk û alemî îro kêf dikir, ez û xanim wer xebitîn, me saet 18.00a da karê xwe qedand û loqek xwarin kir ber dilê xwe. Em herdu jî ji pertav da ketin. Havîn xweş e, lê karê hewşê û malê zêde dibe.

XXX

Du hêzên Kurdistana Rojhilat, Komela Şoreşger û Komela Zahmetkêşan li Kurdistana Başûr bi hev ketine, du pêşmerge hatine kuştin, pêşmergeyk jî birîndar e.

Serokên herdu hêzan merivên hev in, berê hêzek bûne, dûra ji hev qetyan e, nuha jî ji kêmaqilî hevdu dikujin.

Qey serokên van hêzan xirifî ne, şerê birakujiyê kufr e, malwêranî ye, kêmaqilî ye. Meriv ne dîn be birayê xwe nakuje, pêşmerge nake qatilê pêşmerge.

Dibê YNK, PDK û prtiyên din têkeve nabêna wan, nehêlin kurd xwîna bibin qatilên hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE