22 juni 2023

Ez him ji vîrusê xelas bûm him jî bûm xwediyê ekraneka mezin

Do ne pêr min ji we ra qala wîrusa ketibû kompîtora min û gelkî serê min diêşand kiribû.

Cîranê minê swêdî Eînar pêr hat hawara min, li dora saetekê pê da ket, destpêkê wenda bû.
Lê piştî ew çû, dîsa derket. Min xeber dayê, min got wele te nekuştiye, bêxwedî dîsa bi paş da hat.
Camêr îro hat, ekranek Asus a mezin jî ji min ra bi xwe ra anîbû. Got tu merivekî kal î, ji te ra ekranek mezin lazim e, lema min ev ekran ji te ra anî.

Ekrana min girê da û dû ra jî hêdîka berê xwe da vîrusa bi navê ” 0.desirebluestock.com”. Di Googlê da hin agahiyên li ser xwend, ew baş nas kir, dûra serê xwe lqand, got:
-Hihiii, ya haaa, nuha min tu nas kir…

Û camêr çûyê, min fêm kir vê carê ewê bikuje û min jê xelas bike. Kîjan vîrus be jî nikane ji destê mihendizekî wek wî xelas bibe. Mêrik programa îêdike, pisporê vî karî ye.

Camêr di nav çend deqeyan da vîrus girt, kir term û avêt qutiya gemarê. Dûra jî bi rûkenî ji min ra got:
-Nuha temam e, min avêt û tu jê xelas kir.

Min kir nekir heqê ekranê jî ji min negirt, xeyidî, got:

- Ew çi gotine? Sê ekranên min li malê hene, ez ji yekê xelas bûm.
Min got meçe, ez qahwakê ji te ra çêkim, got karê min heye, dibê ez herim. Xatir ji min xwest û çû.

 Meriv nizane çi bi xêr e, vîrusê ez pir aciz dikirim, lê bi xêra wê ez bûm xwedî ekraneka mezin a gelkî xweşik. Heger bêbavekî vîrus nexista kompîtora min ez nedibûm xwedî ekran.

Lê ne ev tenê, di kompîtora min da gelek programên lîstikê, yên ne hewce, yên ez tu carî bi kar naynim hebûn, di ahfizayê da cî nemabû, camêr ew jî hemû avêtin, barê kompîtora min sivik kir.

Nuha ez him ji vîrusê xelas bûm, bûm xwedî ekraneka nuh, him jî kompîtora min nuhûtop bû.
Bi rastî jî surprîzên jiyanê pir in, meriv nizane çi li pêş meriv e, nizane merivê kînga bibe xwedî çi. Carnan tiştên xerab jî dibin sebebê tiştên xêrê û baş.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE