22 juni 2023

Heger dewleteke me hebûya Tirkiyê nikanîbû Lîman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma bikuştana


Heger em kurd jî xwedî dewlet bûna Tirkiyê nikanîbû du jinên wek kulîlkan, Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûmayê wek şêrekî bi namerdî bikuştana û ev sûcê giran, ev hovîtî ji Tirkiyê ra nedima.

Heger dewleteke me jî hebûya Tirkiyê nikanîbû her roj gundên me, bajarên me topbaran bikira, li welatê me ev zulma, ev çav soriya li me bikira.

Tirkiyê di van çend salê da wî da bi sedan kurd bi vî hawî kuştin, giş jî ji wan ra ma, me nikanîbû tiştek bi Tirkiyê bikira.

Em giriyan, me şîn kir, me got şehîd namirin, em naqedin, lê Tirkiyê her em kuştin. 

Tirkiyê tu carî dev ji êrîşên xwe, ji kuştina me berneda, nabênek dayê, dîsa em kuştin û em kuştin, û em kuştin.
Turkiye tu carî ji kuştina me têr nebû, hetanî ji me netirse têr nabe jî.

Ma Tirkiye kane farisan, Îraqiyan, rûsan, bûlgaran, yûnanan bi vî hawî bikujin û bedelekî nede?

Tirkiye newêre kûçikekî Îranê, Rûsyayê, Bûlgarîstanê, Yûnanîstanê bi vê barbariyê, bi vê bêperwetiyê bikuje.

Kûçikê bi xwedî jî kes nikane lêxîne. Heger lêxîne xwediyê wî ewê li ser kûçikê xwe bixeyide.

Lê kûçikên bêxwedî li kuçe û kolanên bajaran her kes neheqiyê lê dikin, çimkî bêkes in.

Em kurd jî hetanî nebin xwedî dewlet halê me ewê tim ev hal be, tirk û faris ewê tim bêtirs me bikujin.

Tirs hebe kûçik ji tahjî bezatir e, ji ber ku tirs tuneye Tirkiye diwêre her roj bi topan, bi droneran me bikuje.

XXX

Li Amedê dîsa du kes hatine kuştine. Kuştî herdu jî birayên hev in. Qaqtil bekçî ye û merivê wan e. Mêrik herdu bira jî bi ser hev da kuştine. Hovîtiyeke mezin e.

Kurd xurtên hev in, mêrxasiya wan ji hev ra ye.

Dijmin welatê wan dagir kiriye, hatine ketine ser dilê wan, her zulmê, her neheqiyê li wan dikin.

Hin leşker û pûlis carnan tecawizî jinên me, keçên me jî dikin, ewladên me îşkence dikin, dikujin. Rojekê kes sîleyekê li dagirkeran naxîne, kes heyfa xwe jê nagire.

Lê ji bo perçak erd, bo mirîşkekê, ji ber gotinekê hevdu dikujin, kes ji ber kesî danaxwe.

Ev karê merivên bêşiûr û xwelîser e, ji dijmin ra kerr û lal e, kor e, bêxîret e, ji birayê xwe ra mêrxas û egîd e. Egîdiya we, mêrxasiya we têkeve binê erdê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE