21 juni 2023

Hin însan ji bo xerabiyê hene

Vîrusa ev çend roj in ketiye kompîtora min bela xwe ji min venake, çirt û pirt tim xwe nîşanî min dide, dibêje bihêle ez kompîtora te ji vîrusan paqij bikim

Derewa dike, ew bi xwe vîruse, yekî bêbav şandiye, dixwaze kompîtora min xera bike.
Hin însan ji bo xerabiyê, ji bo nerindiyê hene, hal û karê wan sextekarî ye, gava zirarê didin hinekan kêfa wan tê, xwe serketî dibînin. Jiyana wan  bi nerindiyê, bi sextekariyê derbas dibe.

Lê ezê çareyekê jê ra bibînim, çend dostên min ên hosteyên vî karî hene, heger Einarê swêdî ji heq dernekeve, ezê ji hevalên xwe yên kurd alîkariyê bixwazim. Yên kurd jî gurên vî karî ne, ez bawer dikim ewê kanibin min jê xelas bikin.

XXX
Tirkiyê do dîsa li rojavayê Kurdistanê, li Tirbesiyîyê destê xwe di xwîna sê kurdan gerandiye. Ev dewleta xwînxwar ji kuştina kurdan têr nabe.

Tiştê Tirkiye dike terorîzm e, irqçîtiyeke bêemsal e.

Li tu dereke din teroreke wiha tuneye, dewleteke mezin, xurt, xwedî her îmkan her roj bi droneran êrîşî miletekî mezlûm, xelkê sivîl dike, dikuje.
Ji ber ku em kurd in, ji ber ku kanin bi me, gava dilê wan dixwaze çend kurdan dikujin. Û dinya jî li vê terora Tirkiyê temaşe dike.
Êrîşa do li Tirbesipîyê bûye, bi dronê li erebeyekê xistine.

Di êrîşê da sê kes şehîd ketine. Dudu jin in, yek jî peya ye.
Jin, yek hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş e, ya din jî cîgira wê Lîman Şiwêş û şofêrê otomobîlê Firat Tûma ye. Hevserokê Encûmena Herêma Qamişlo Gabî Şemûn jî birîndar e.
Ev tiştê Tirkiye dike wahşeteke mezin e, tu ferqa wê ji îdeolojiya nazîzmê tune ye. Ji ber ku Yusra, Lîman û Firat kurd bûn hatin qetilkirin. Ev barbarî ye, nazîzim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE