Îro çûm ser bîstanaê hevalekî xwe yê salên 1980î, Mihemedê Hekkarî. Ji zûda ye me hev du nedîtibû. Îro çûm serdana wî. Em bi hev ra çûn ser bîstanê wî.
Mihehed merivekî bi tedbîr e, ji qahwê bigire hetanî bi penêr û petêx û qahwê,
her tişt anîbû ser ser erd.
Me qahwa xwe vexwar bîstekê qala rojên
borî kir. Dema em hatin Swêd em xort bûn, nuha em herdu jî du kalên teqawitbûyî
ne. Me rewşa xwe, halê xwe ji hev ra got.
Haya me hinekî ji halê hev çê bû. Dema hev hevdu dît, wî
got te por sipî kiriye, tu kal bûyî, min got wele tu jî kal bûyî. Me îtîraz nekir.
Dûra jî camêr nehîşt ez bi tirênê herim mal, bi ereba xwe ez anîm danîm malika min û vegeriya.
Rojeke pir xweş bû, mala wî ava be.
XXX
Ev çend roj bûn vîrusekê bela xwe di min dabû, her cara min kompîtora xwe vedikir, li aliyê rastê ekranê digot çirp, çirp dertiket, digot vîrus ketiye kompîtora te, ez programeke antî-vîrus im, bihêle ez kompîtora te paqij bikim.
Bîn li min çikandibû, ruh ji min girtibû.
Cîranekî minê swêdî mihendizê kompîtorê heye, pisporê kompîtorê ye, programçêker e.
Xaniyê xwe firotiyê, çûye bajarekî din, lê xanî hîn teslîm nekiriye, malê hêdî hêdî bar dike. Serê mehê ewê xênî teslîm bike.
Îro li vir bû. Min ban
kirê, min got Einar, were hawara min, min ji vê belayê xelas bike.
Camêr hat, tam saetekê pê da ket, wîrus wenda bû. Me got belkî hat kuştin.
Lê piştî Einar çû, eynî vîrus dîsa derket. Yanî ez hîn ji belayê xelas nebûme.
Min xeber dayê, min got wele te nekuştiye. Ewê dîsa were…
Danê êvarî min dûzanek da darên, deviyên
dora hewşê, çiqlên, guliyên dirêj bûbûn giş birîn. Bûbûn wek porrê dînan, nuha
xweşik xuya dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar