06 juni 2023

Werdegên gola me koçî warekî din dikirin


Îro Stockholm dikele, 24-25 derece germ e. Em sibê zû ji mal derketin. Hinên dîn xwe dabûn ber tavê, bedena xwe dişewitandin.

Em 104 deqeyan, 8.11 km li dora gola me gerîyan. Min hinekî jî baz da. Hema besta min îro lê hat. Ji zû da ye min baznedabû.

Swêdî dînên rojê ne, di rojên wiha xweş û germ da tam dîn dibin, li ber rojê xwe baş diqelînin.
Yê me hewşa me têra me dike.

Werdegên gola me îro koçî dereke din dikirin. Xanima dayika wan wek şahbanuyekê jixwebawer û bi kibarî dabû pêş, malbatê û çêlikan jî dabûn dû û hêdî, hêdî diherikîn.

Keriyê koçê dirêj bû, me cara hewqas werdeg li pey hev nedîtibû.
Min xwest çend rismên wan bigrim lê keys baş çênebû, min nikanîbû tevayiha rismê koçê bigrim.

Piştî em ji gerra xwe hatin mal, me baz da bin konê (terasa) xwe yê hewşê.


Helbet qahwa navrojê bê pasta nedibû, min tavilê zend û bendên xwe vemaltin pastayek xweş çêkir û da ber qahwê.
Dûra jî min gîha hewşê çinî û av da.

Baran nabare, mecbûrî ez gîha û kulîkên hewşê av didim.

Belê, îro me him tiştekî xweş dît, him jî min karekî baş kir. Xanim jî dîsa ketiye mitbaxê, teqreqa wê ye, şorba nîska û masî çêdike. Zelete û sosa masî jî li ser min e.

2 kommentarer:

  1. Werdekên me tim xemgîn in. Kes ranabe ji me re pastayek jî çêbike. Qahwa? Na reflûya min heye. Çi ma di destê me de? Ka em rabin çaya sar germ bikin:)

    SvaraRadera
    Svar
    1. Li vê dinyayê her kes bi qasî hev ne bi siûd e. Ez çi bikim, taliya min hinekî ji ya te çêtir hatiye.
      Lê çaya sar jî ne xerab e.

      Radera

PARVE BIKE