Hin edîb hene kurmanciya wan pir baş e, lê tu dibêjî belkî sond xwarine di jiyana xwe da ewê peyvekê jî bi kurmancî nenivîsînin.
Ez bi dil û can dixwazim rojekê çend gotinên wan ên kurmancî bixwînim. Lê wek
tobe kiribin peyvekê jî bi kurmancî nanivîsînin.
Malneketno, rojekê hûn du gotinan bi kurmancî binivîsînîn ma kevirê bibare, qey
şohreta we yê pê lekedar bibe?
Ev çi dil e nabije zimanê dayika xwe, zimanê zaroktiya xwe?
XXX
Bira bala we tenê ne li ser şaşiyên kesên dibe, tenê bi
kêmasî û şaşiyên kesên din serê xwe neêşînin, xwe neqeherînin.
Hûn karê baş bikin, tiştê baş û xweş bibêjin. Bira xelk
tiştê baş û xweş jî bibihîze. Zimanê şîrîn mêhr ji qulikê derdixîne.
XXX
Hewcedariya me ne bi mehareta dilhîştinê, bi zerafeta
dilgirtinê, bi xweşgotinê, bi maqûlî û kibariyê heye. Di minaqaşeyên siyasî da
bînfirehî tim ji hêrsokiyê baştir û bi fêdetir e.
Bi qasî tu çi dibêjî, tu çawa dibêje jî muhîm e.
XXX
Nêzî 60 sal e di nav micadela siyasî da me. Ji bo ku
Kurdistaneke azad bibînim li gorî zanîna xwe, qeweta xwe, îmkanên xwe di vê
riyê tiştê ji min hatiye min kiriye. Lê çi bikim min hîn jî Kurdistana serbixwe
nedîtiye.
Ez karê xwe dikim, heta ji min tê bêhêvîtiyê ji xwe dûr dixînim, Kurdistana serbixwe zû çêdibe, dereng çêdibe ne sûcê min e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar