05 juni 2023

Dibê mihî xwe ji destên qesaban xelas bikin

Kerîyê pez bi dengê bilûra şivên xapiya, rebenan digotin belkî diherin zozanan, nizanîbûn diherin selexaneyê.

Ne pez diqede, ne jî qesab.
Gava du qesab şer dikin, mihî piştgiriya kîjan qesabî bike jî qedera wê naguhere, herdu qesab jî dixwazin wê bibin selexanê, ber kêr.
Piştgiriya qesabekî kirin ji bo mîhîyan ne çare ye, dibê mihî giş qela xwe bikin yek, bi hev ra li ber xwe bidin, xwe ji destê qesaban xelas bikin.

Dibê em kurd baş bizanibin kîjan partiya tirkan were ser hukim ji bo me zêde ferq nake, giş jî dixwazin em heta û heta bindest bimînin. 

Xelasiya me, azadiya me di şikandina nêrê bindestiyê da ye, dibê em azad bibin, Kurdistan çêbibe.

XXX
Hin kes di heqê kabîneya hukûmeta Erdogan da bi zanetî hin hêvî û xeyalên derewîn, bêbingeh belav dikin.

Ev karekî ne rast e, ne exlaqî ye.

Mimkûn e meriv newêribe, nikanibe rastiyê, ya dilê xwe bibêje, lê dibê meriv rastiyên berbiçav jî belovacî neke, hevalên dijmin li ber çavên kurdan şîrîn neke, demagojî tu fêdê nade me, zirarê dide me û doza me ya netewî.

Wezîr kî bin jî xwedî û patronê dewletê eynî meriv e. guhertina çend karkirina, çend wezîran tiştekî naguhere, dibê em vê rastiyê bibînin.

XXX

Tirsa gur tim di zikê mîhîyê da ye, mihî jiyana xwe wer bi vê tirsa ji gur diborînin. Lê di dawiyê da yê wan dixun ne gur e, şivan e.

Yên kurd berra hev dane, kurd kirine dijminên hev, bêtifaqî xistine nava kurdan ne dijmin in, serokên kurdan in, ew li hev nakin, ew bi destê dijmin ketine gewriya hev.

Xeta xwar ji gayê pîr da ye.

XXX

Îro jî bi gotineka fîlozofê îtalî Giordano Bruno dest bi roja xwe dikim û ji we nas, dost û hevalan ra dibêjim siba we bi xêr û berket be.

-Xwedê, ji bo ku îradeya xwe hukimran bike li dinyayê însanên baş bi kar tîne, li dinyayê jî însanên xerab ji bo ku îradeya xwe hukimran bikin Xwedê bi kar tînin.

Zeman(wext)her tiştî digre, her tiştî dide.

///Giordano Bruno

 XXX

Nezanîyê, cahilîyê, pûlperestîyê, berjewendiyên şexsî û ji gişan jî muhîmtir zeîfiya, qelsîya miletperweriyê,qelsîya hestên netewî însên bêxîret dike,dike dilxwaz û piştgirê dijmin.

Tirkan gelek kurd bêhiş kirine, êdî kurdbûna xwe ji bîr kirine, wek tirkan difikirin û hereket dikin. Ji bo wê jî pir rehet dibin hevalên dagirkerên Efrînê û Serê Kaniyê, jê ra li çepikan dixînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE