04 juni 2023

Gerek em bi wezîrtiya Tirkiyê hewqasî kêfxweş nebin

Ji ber ku serokê Tirkiyê Erdogan 4 kurd jî girtine kabîneya xwe(heyeta wezîran) ji do da ye hin kurd pir pesnê Erdogan didin. Fena ku her çar kes bûbin wezîrên hukûmeta Kurdistanê kêfxwş û dilşa xuya dikin.

Li Tirkiyê ne cara pêşî ye kurd dibin wezîr, hetanî nuha di her kabîneyê da çend wezîrên kurd hebûne.

Erdogan jî ev 20 sal in tim çend wezîrên kurd dide dora xwe, bi navê wan kurdên bêhiş aş dike, dixapîne, çavên wan boyax dike.

Tirk çend kesan ji me diqetînin, dikin wezîrên dewleta xwe, hinekên me 
pê kêfxweş dibin, dibêjin eferim ji Erdogan ra.

Ne 4 wezîr, her 17 wezîrên hukûmeta Erdogan kurd bin jî tu fêda wê ji kurdan ra tuneye. Kurd, ne kurd yek jî nikane ji bin emrê Erdogan derkeve, bi îrada xwe ya azad hereket bike.

Di hukûmet aberê da jî wezîrên kurd hebûn, çend kurd şêwirmendên Erdogan bûn,  çi fêda wan gihîşt kurdan û doza kurd û Kurdistanê?
Karkir hatin guhertin lê patron dîsa patronê berê ye, heta Erdogan patron be kî bibe wezîr ferq nake.
Lema jî wek merivên zana, bîrewer dibê meriv xewna nebîne, demagojiyê neke, xelkê xwe nexapîne; kurdên di hukûmeta Erdogan da bûne wezîr mamûrên Erdogan in. Heta bi qasî mamûrekî dewletê jî ne azad in.

Di artêşa Tirkiyê da eskerekî kurd bi çawîş be giraniya wî çi be, giraniya van her çar wezîrên kurd jî ew e. Ewê tim li gorî emir û dîrektîfên Erdogan hereket bikin. 

Roja bêemriya Erdogan bikin, Erdogan ewê pihînekê kulêmeka wan xîne, teskereya wan tike bike, wan biqewitîne.

Ya din dema kurdekî baweriyeke hewqas mezin da Erdogan, Erdogan ew kir wezîr, dibê meriv bizanibe ev ne ji xêrê ra ye, maneya xwe ew merivekî sadiq ê dewletê ye.

Ew kes çi demagojiyê bike jî derew e, Erdogan kurdekî welatparêz, kurdekî ne merivê dewletê nake wezîr.

Wek kurdên welatparêz, bîrewer dibê meriv bi wezîriya kurdan ya Tirkiyê hewqasî kêfxweş nebe.

Ew her çar kurdên bûne wezîr, nebûne wezîrên Kurdistanê, bûne wezîrên dewleta dagirker.

Kurdekî bi salan e serokê MÎTa(îstîxbarata)Tirkiyê ye, çawa meriv kane hîn jî bi ça ”kurd” lê binêre, jê hêviyekê bike?

Hakan Fîdan bi eslê xwe kurd be jî di cepheya dijmin da ye, him jî serkêş û qumandarê hêzên dijmin e.

Helbet her wezîr ne wek Hakan Fîdan e, yên dereceyekê jê baştir jî hene, ev rast e.

Lê dîsa jî dibê meriv wan hewqasî şîrîn neke, hewqasî pozîtîf qala wan neke. Nîhayet bêpeyman, ne li ser navê kurdan, li ser navê xwe bûne wezîrên dewleta dagirker, bûne wezîrên dijminekî wek Erdogan.
Efendim kurdîya filan wezîrî pir baş e, kurdî ya wî baş be çi ye, ne baş be çi ye!

Kurdîya kesên ji Tirkiyê ra, ji Îranê ra, ji Îraaqê û Sûriyê ra ajantiyê dikin jî pir baş e.
Dibê ziman, esil, bajar nebe sebê pesindana kesê bûye wezîrê dewleta dagirker.

Ji ber ku kurd in ”xêrekê” bigihînin gelê xwe, zêde zulmê li gelê xwe nekin baş e. Lê meşrûkirina hevaltiya bi dijmin ra ne rast e, şaş e. Dibê meriv vê yekê tu carî ji bîr neke.

XXX

Nezanîyê, cahilîyê, pûlperestîyê, berjewendiyên şexsî û ji gişan jî muhîmtir zeîfiya, qelsîya miletperweriyê,qelsîya hestên netewî însên bêxîret dike,dike dilxwaz û piştgirê dijmin.

Tirkan gelek kurd bêhiş kirine, êdî kurdbûna xwe ji bîr kirine, wek tirkan difikirin û hereket dikin. Ji bo wê jî pir rehet dibin hevalên dagirkerên Efrînê û Serê Kaniyê, jê ra li çepikan dixînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE